‘Ji bo operasyona kontrol kirina Hewîce amadekarî hatine kirin’

104

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Têkildarî Mijarê Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed wiha ji ajansa me re axivî: “Hêzên Pêşmergeyan li gel hêzên koalîsyonê û hêzên Iraqî ji bo paqij kirina xaka Iraqê ji çeteyan, hemû amadekariyên xwe kirine. Operasyona Mûsilê bi dawî bû. Niha hêzên pêşmerge ji bo operasyona kontrol kirina navçeyên Hewîce, Reşadî û Reyaze yên li başûrê Kerkûkê amadekariyên xwe  kirine.”

 

Her wiha Bextiyar Mihemed  got: “Amadekariyên operasyona kontrol kirina Hewîce hatiye kirin. Lê niha dem nehatiye diyar kirin. Her wiha berdewamî li gel hêzên koalîsyon û hêzên Iraqî di nava kordîne û peywendiyan dene. Piştî Mûsilê emê li ser Teleferê operasyon bikin û piştre ya Hewîce destpê bikin.”

 

Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê Mûsilê ji dest da, niha li ber têkçûnêne. Em dikarîn bêjin ku Mûsil ji bo DAIŞ’ê serê mar bû. Ji ber ku ji bo DAIŞ’ê navend û baregehek mezin û girîng bû. Çekdarên wan li herêmên din belav bûne û niha  jî hatine li navçeyên Hewîce, Reşad û Reyazê kombûne.”

 

Bextiyar Mihemed anî ziman ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine hem hejmara wan zêde bûne û hem jî amadekariyên ji bo çêkirina bendên parastinê dikin û wiha pêdeçû: “Çeteyên DAIŞ’ê dizanin ku wê di demek nêzîk de operasyona kontrol kirina Hewîce destpê bike, ji ber wê li hinek cihên weke Xurmatû û Daqoq tenê bi nav êrîşî hêzên  Iraqî  û pêşmegeyan dikin. Em dikarîn bêjin ku tenê Hewîce di destê DAIŞ’ê de maye.”

 

Mihemed Bextiyar destnîşan kir ku tê payîn nêzî 2 hezar çekdarên DAIŞ’ê li Hewîce hene û got: “Rojane hejmara DAIŞ’ê li Hewîce zêde dibe.  Her wiha operasyona kontrol kirina Hewîce jî li pey tê  û amadekariyên di navbera hêzên koalîsyon û hêzên Iraqî de hene.”

 

Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Pêşmergeyan Mihemed Bextiyar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Moralê hêzên pêşmerge di astek herî bilind deye. Dibe ku di hêla çek û teqemeniyan de wek pêwîst berdest nebe, lê moralê wan gelek bilinde.”