Kakeyî: Ger yekîtiya netewî çênebe, wê gelek Sykes Pîcot pêkwerin

90

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Ji kesayetên Kakeyî yên tevlî şêwira yekîtiya netewî bûn, Teyîb Tahirî ku axivî û got; “Divê gelê Kurd ji şerê birakujî dûr bikeve û ji bo yekîtiya neteweyî gav bavêje. Kongreya neteweyî jî gaveke ji bo vê. Ger hewldanên ji bo kongreya neteweyî negihin armancê, wê demê divê em li benda Sykes Pîcot a din bin.”

 

 

Teyîb Tahirî wiha jî got; “Divê em fam bikin êdî aloziyên siyasî nikarin dengên cûda bigehînin hev û ji bo me nabin çareserî.”

 

Herwiha kesayetek din ê Kakeyî Ekber Kerîm got; “Hemû demê dewletên dagirker em weke welatiyên rêza duyem nîşan dane û xwe weke xwediyê malê dane nîşandan. Ji bo wê divê Kurd bi hev re bin û piştgiriya hev bikin. Ev jî bi yekdengî û helwesta neteweyî pêkane. Ez hêvî dikim ev şêwire yekîtiya dinava aliyên cûda de pêkbîne.”

 

 

Ekber Kerîm got; “Dijminên me her timî li dijî gelê Kurd yek helwest bûne. Em hêvî dikin ku hemû gelê Kurd dibin sêwaneke netewî de yekîtiya xwe saz bikin. Ji ber niha pêşmerge, şervan û gerîlayên me têdikoşin. Divê em Kurd li Rojhilata Navîn xwedî projebin û yek bin. Em hêvîdarin ku sînorên navbera çar parçeyan de werin rakirin û dibin hikûmeteke hevpar de bijîn. Her wisa hêvîdarin ku ev şêwir bibe gavek ji bo avakirina sêwanek netewî ya Kurd.”

 

Eniya Feylî jî projeya xwe pêşkêşê dîwana şêwira netewî kir