Li Reqa 500 sivîlên din ji dorpêça DAIŞ’ê hatin rizgarkirin- Bi Wêne

107

 

 

 

ŞEMAL HESEN/ REQA

 

Şervanên QSD’ê piştî welatiyên sivîl rizgar kirin, ew birin cihên bi ewle. Her wiha Meclisa Sivîl a Reqa jî alîkarî li sivîlên hatin rizgarkirin belav kir.

 

Hêjay gotinê ye ku pêş çend rojan çeteyên DAIŞ’ê li Taxa Teyar a dikeve rojavayê bajarê Reqa 600 welatiyên sivîl dorpêç kiribûn û di şer de weke mertal bikar danîn. Duh şervanên QSD’ê 100 ji wan sivîlan rizgar kirin. Îro jî 500 sivîlên din rizgar kirin.