Nîqaşên li ser encamnameya şêwira yekîtiya netewî destpê kir

101

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Di şêwira yekîtiya netewî ya du rojan de hema bêje hemû partî, siyasetmedar, oldar, dayîk-jin, ciwan, baweriyên cûda, rojnameger, helbestvan û gelek kesayetên din yên Kurd axaftinên xwe pêşkêş kirin û nêrînên xwe parve kirin. Di nêrîna hevbeş a beşdarvanên şêwira netewî de avêtina gavên pratîkî ji bo sazkirina yekîtiya netewî û kongreya netewî hate ziman. Her wisa gelek siyasetmedar balkişandin ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ev fikirê Ocalan e ku îro li çar parçeyên Kurdistanê pêşdikeve û rihek ava dike.

 

Her wisa partî û kesayetên Başûrê Kurdistanê pirsgirêka referandumê û parlamentoyê di şêwira netewî de destgirtin û çareseriyeke hevpar a netewî ji bo van meseleyan xwestin.

 

Piştî pêkêşkirina peyam û axaftinan xwendina reşnivîsa encamnameya şêwira netewî ya Kurd destpê kir û wê piştî xwendinê nêrîn li ser were girtin û di dengdanê re were derbaskirin.

 

‘Divê jin û ciwan bi nûnerên xwe yên fermî tevlî van xebatan bibin’

 

Parlamenter Mizgîn Irgat jî wiha got: “Eger Ocalan li vir baya wê vê xebatê ku her timî xeyala wê dikir û ji bo wê hewl dida, pîroz kiriba. Ev du roje gelek tiştên baş û hêja hatin ziman. Divê di xebatên wisa de jin û ciwan bi kota beşdar bibin. Divê nûnertiya me bi awayeke fermî di vir de hebe. Divê jin bi nûnertiyeke bihêz tevlî bibin û di biryaran de xwedî rol bin. Eger îro Rojava di cîhanê de tênaskirin ji saya hebûna jin ya di nava şoreşê de ye. Divê qanûneke me ya bingehîn hebe û em li derdora zimaneke hevbeş û standart lihev bikin û ji hev fêm bikin.”

 

 

‘Nabe em fikirê Ocalan û hewldanên wî ji nedîtî ve bên’

 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî balkêşa ser fikirê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê li çar parçeyên Kurdistanê pêşdikeve û got: “Îro fikirê birêz Abdullah Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê pêşdikeve. Dema em girîngî bi yekîtiya netewî didin nabe ku em fikrê wî ji bîr bikin û ji nedîtîve bên. Birêz Ocalan di pirtûkên xwe de behsa Netewa Demokratîk dike û ev jî li dijî sîtema desthilatdariyê ye û dikare çareseriyê bi afirîne.” 

 

‘Fikir û aqileke me ya hevpar nîne’

 

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sari Yildiz jî axaftinek kir û got: “Ji her demê zêdetir derfetê serkeftinê heye. Mixabin, fikir û hişmendiyek me ya Kurdan a hevpar nîne. Em bi dewlemendiyên xwe hene. Lê, divê xalên me yên hevpar û sor hebin. Şirnex hatiye wêran kirin û li Cizîrê gelek ciwanên me di bodruman de zindî zindî hatin şewitandin. Em wê demê li bendêbûn ku partiyên Kurd xwedî derbikevin. Partiyekî li Hewlerê got, ji ber hinek li Bakûrê Kurdistanê alozî çêdikin, em nikarin bi rehetî petrolê derbas bikin. Ev tişteke zehf bi êş bû. Lê, dikarim bêjim ku gelê Kurd niha ji her demê bihêztir û xurtir e.”

 

 

Gelek peyam û axaftin di şêwirê de hatin pêşkêşkirin û pêşniyarên berbiçav ji bo yekîtiya netewî hatin kirin. 

 

Dr. Kamûran Berwarî jî têkildarî xebatên KNK’ê yên yekîtiya netewî nivîseke kurt ya agahdariyê ji pêkhateya şêwirê re xwend.

 

Tarik Ziya Ekinci Mehmet Alî Aslan, Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê pêşniyar û proje pêşkêş kirine û her wisa siyasetmedara Bakûrê Kurdistanê Leyla Zana jî peyameke kurt a silavkirinê şand ji bo pêkhateya şêwirê.

 

Şêwira yekîtiya netewî bi xwendina reşnivîsa encamnameyê dewam dike.