Parlamenterên Iraqê: Partiyên Başûr li ser referandumê ne yekin

111

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Piştî civîna Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya li gel hinek aliyên siyasî biryar hat girtin ku referandum were kirin. Ev biryar rastî nerazîbûnên Iraq, Neteweyên Yekbûyî û hinek welan hat. Bi vê boneyê parlamenterên Iraqê jî anîn ziman ku nerazîbûna Bexa ya ji bo mijara referandumê ji bo Herêma Kurdistanê metirsiye.

 

Parlamentera Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Sirwe Ebdulwahîd di vê debarê de ji ajansa me re axivî û got: "Piraniya aliyên di parlamentoya Iraqê de nerazîne ku li Herêma Kurdisanê bi taybet li herêmên nakok referandum were kirin. Ji ber ti pirsgirêka wan li gel Herêma Kurdistanê nîne, ger referandum were kirin yan na. Lê pisgirêka wan li gel navçeyên bi nakok ji destpêkê ve heye. Li Kuristanê, derveyî Kurdistanê û Herêma Kurdistanê. Ji ber wê ligorî wan divê ev bi lihevtêgihiştinê were kirin."

 

Sirwe Ebdulwahîd ev jî got: "Heta niha ti hevdengiyek li vê herêmê nine ku parlamentoya Iraqê razî bibe ku referandum didema xwe de pêk were."

 

 

Parlamentera Parlamentoya Iraqê Sirwe Ebdulwahîd di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Li gorî min Herêma Kurdistanê ev mijar bi awayek baş şîrove nekiriye. Wek nimûne; ger Bexda beşa dermanan ya Herêma Kurdistanê bibire û nehêle geşta asmanî ya çûn û hatinê were kirin, dê ev yek ziyanek zêde bigehîne Kurdistanê."

 

Her wiha parlamentera YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr li ser heman mijarê wiha got: "Di rûniştinên Parlamentoya Iraqê de behsa referandumê nehatiye kirin. Ji ber ku bi xwe dizanin li Herêma Kurdistanê  partiyên siyasî negihiştine ti encamê. Yanî hevdengiyek ya partiyên siyasî li ser mijara referandumê nîne. Parlamento girtiye. Ji ber ku ev mijar mijarek ya yasayî ye, divê li parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar li ser were dayîn.”

 

Rêzan Şêx Dilêr ev jî got: " Mixabin rewşa Herêma Kurdistanê gelek xirabe. Peywendiyên wan yên li gel Bexda jî gelek xirabe. Gelo bikarin gel van hemû xirabiyan referandumê bikn?"

 

 

Parlamentera YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî Ala Talebanî bi biryara Polîtburoya YNK'ê ji serokatiyê komê hat xistin, Arêz Ebdullah ji bo postê Serokatiya Koma YNK'ê li Parlamentoya Iraqê hatiye diyarkirin."