‘Pêwîste jin astengiyan bişkînin û tevlî xebatên werzîşî bibin’

102

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR / DERBENDÎXAN

 

Mîhreban Tûfîq jinek werzîşvane û rûniştvanê bajarokê Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Niha temenê wê 32 sale û endama tîma Şaxewan ya Derbendîxanê ye. Mîhreban yekemîn jine ku li navçeyê Derbendîxanê di piraniya lîstokên futbolê de tê dîtin û gelek caran xelat wergirtiye.

 

Mîhreban Tûfîq der barê kar û xebatên xwe de ji ajansa me re wiha axivî: "Di piraniya lîstokên dewreya yekem û dewereyên bi hêz  yên Derbendîxan, hinek bajar û navçeyên din yên Kurdistanê de gelek caran ez tenê weke jin di lîstokên di navbera du tîman de dilîzim. Ev jî xeyalek ya min bû ku bibin lîstokvanek baş û min ji zarokatî de ji bo vê yekê hewldan kiriye. Ezê berdewam jî bikim heta ku ez serkeftinên mezin bi dest tînim."

 

 

Mîhreban Tûfîq di tevlîbûna xwe ya wek jin bi tenê di  piraniya lîstokên futbolê di nava tîmêm mêran yên Derbendîxanê de jî wiha got: "Ez dixwazim viya ji civakê re nîşan bidim ku jin jî di werzêşê de jêhatîne. Pêwîste hun hemû jinan ji malan derxînin û bînin nava qadên lîstikan. Ji ber ku werzîş ne tenê milkê zilame. Ya jinane jî. Ez ji hemû jinan dixwazim ku wê zihnîyetê bişkinin."

 

Her wiha Mîhreban Tûfîq anî ziman ku du sedem hene ku jin kêm beşdarî lîstokên fotbulê dibin û got: "Ya yekem astengiya civakê ye ku ji ber urf û edetane. Ya duwem jî ewe ku piraniya jina di malê de ne û pirandiya demê xwe bi karê malê û xwediikirina zarokan ve derbaz dikn."

 

Mîhreban Tûfîq ev jî got: "Ez tu cûdahiyê di navbera xwe û lîstokvanên mêr nabînim. Hevsengiyek gelek baş di navbera me de heye. Ez di piraniya lîstokan de hatime xelat kirin. Ji ber ku ez tenê jinim di lîstokan de. Hêviya me ewe ku em werzîşa navçeyê di hemû aliyan de ber bi zirveyê ve bibin.  Li gel vê jî li şona rexeneya ez rastî heskirinek zêde têm."

 

Mîhreban Tûfîq di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Ez hewl didim  weke xwe rêjeya jinan di nava stadyoman de zêde bikim. Min ji xizmên xwe destpê kiriye. Heta astekê berdewam kirin lê xwe paşve vekişindin. Ez niha jî hewl didim ku jinên Derbendîxanê bînim nava stadyoman û weke mêran beşdar bibin. Pêwîste ev jî neyê ji bîr kirin ku li Derbendîxanê du salonên perwedeya bedenê hene û Timên voleybul û basketbolê jî hene û asta wan gelek başe. Lê weke ku tê ditin di wir jî ji bo beşdarbûna jinan astengî heye."