‘Piştî biryara referandumê êrîşên li dijî Kurdên Feylî li Iraqê zêde bûye’

88

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Îro Rêxistina Kurdên Feylî serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê li Silêmaniyê kir û daxwaznameyek dan parlamenteran. Di daxwaznameyê de ji Parlamentoya Iraqê hat xwestin ku yasayek ji bo parastina Kurdên Feylî li Iraqê were derxistin. Piştre jî daxuyaniyek a çapemeniyê dan.

 

Li ser navê Kurdên Feylî Îsra Mihemed axivî û got: “Piştî biryara pêkanîna referandumê li Herêma Kurdistanê, Kurdên Feylî li Iraqê rastî êrîşên derxistin û êrîşên cûda tên.”

 

Îsra Mihemed got: “Em îro hatine li gel parlamenterên Iraqê li bajarê Sılêmaniyê û me daxwaznameyek daye wan. Em ji Parlamentoya Iraqê daxwaz dikin ku yasayek ji bo parastina Kurdên Feylî derbixwe û li gor yasayê parastina me bike.”

 

Der barê êrîşan li ser Kurdên Feylî de Îsra Mihemed got: “Bi name êrîş tên kirin û zextên kuştinê li Kurdên Feylî tên kirin. Her wiha êrişên derxistina me ji malan dikin û me ji malên me dertêxin. Her wiha bi fermî ji aliyê rêvebirên Rêxistina Şîeyan ve bi wêneyan êrîş li dijî Kurdên Feylî tê kirin. Bi eşkere serokê Rêxistina Hesaib Ehlî Cef bi got, ‘wê tevahiya Kurdan ji Bexdayê werin derxistin’.”

 

 

Piştre parlamenterê Iraqê Bextiyar Şaweys axivî û got: “Me daxwazname ji şandeya Kurdên Feylî wergirtiye. Pêş şandeya Kurdên Feylî werin serdana me bikin, me li Bexda bi heman armancê hinek hewldan û serdan kirin. Niha em wê daxwaznameya Kurdên Feylî bigehînin aliyên peywendîdar.”

 

Bextiyar Şaweys got: “Metirsî li ser Kurdên Feylî heye. Em ji hemû aliyan re dibêjin ku em van êrîşên li ser Kurdên Feylî na pejirînin û bi hemû şêweyek piştgiriya Kurdên Feylî dikin.”

 

 

Kurdên Feylî xwediyê baweriya Şîe ne ku di demên derbasbûyî de gelek caran rastî komkujiyên olî û netewî hatine. Ev komkujî bi destê rejîmên Iraqê yên pişt hev hatiye pêkanîn. Di demê desthilatdariya rejîma Baasê de li gorî yasaya Iraqê, rêgeznameya Iraqî ji destê Kurdên Feylî hate derxistin. Niha ji ber biryara pêkanîna referandûma li Herêma Kurdistanê, Kurdên Feylî li Bexda û herêmên din yên Iraqê rastê êrîşan tên û metirsiya komkujiyan li ser heye. Ji ber piraniya wan li navenda Iraqê nîştecihin rastî êrîşan tên.