Yarella:  Zêdetirê 100 hezarî leşker tevlî operasyona Mûsilê bibûn

108

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din Fermandarê Operayona ‘Wa hatîn Nînova’ Ebdûlemîr Reşîd Yarella di bernameyek televizyonê de operasyona kontrolkirina Mûsilê nirxand û agahiyên girîng parve kir.

 

Ebdûlemîr Reşîd Yarella wiha got: “Hêzên hevbeş yên Iraqê hewldane  ku li Mûsilê bikarin welatiyên Mûsilê biparêzin û terorîstan têk bibin.  Fermandariyê di hemû aliyan de hêza xwe nîşan da û hemû planên hevbeş hatin pêkanîn."

 

Yarella axaftina xwe wiha domand: “Şer 9 mehan domand. 100 hezar leşker tevlî operasyona Mûsilê bûn, hêzên dije teror, leşkerên Iraqê, Polîsên Federal û Heşdî Şebî tevlî bûn. ji ber wê pêwîst nebû ku hêzek ji ji derve tevlî bibûya.”

 

Ebdûlemîr Reşîd Yarella destnîşan kir ku qonaxa çarem ya operasyonê ya ji bo kontrol kirina Telefer, hermên Eyaze, Mihelebiye û kontrol kirina giştî bajêr, di demek nêzîk de destpê dike.

 

 Yarella axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên ewlekariyê di encama şerên dijwar yên li gel çeteyên DAIŞ’ê  de karîn Mûsilê kontrol bikin. Bi taybet di hinek kolanên teng yên bajêr de şer dijwar û gelek zehmet bû. Ji ber wê leşkerên Iraqê şerek wisan kir ku mînaka wê di cîhanê de nîne.”