Cenazeyê ciwanekî di Çemê Sîrwan de hat dîtin

68

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Parastina Şaristanî yê Derbendîxan, Keywan Ehmed ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji ber zêde mayîna dibin avê de û birînên li ser rû û bedena wî, nasnameya ciwanê xeniqî nehat zanîn. Ji bo karûbarên otopsiyê cenaze hat rakirina morga nexweşxaneyê û ji vir jî hat şandina morga nexweşxaneya Silêmaniyê.”

 

Keywan Ehmed wiha jî got; “Pêş 17 rojan ciwanekî binavê Firyad Mihemed ê xelkê bajarokê Derbendîxan ku 23 salî ye, piştî ji malê derketiye heya niha ti agahî jê nehatiye girtin. Malbata Firyad Mihemed jî dibêjin ku ev cenazeyê kurê wane û nas dikin, hîna nehatiye piştrastkirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku dinava sê rojan de ev 5’emîn bûyera xeniqînê ye rû dide. Di 15’ê Tîrmehê de di Çemê Sîrwan li herêma bajarokê Bawenûr ê girêdayî Germiyan cenazeyek hat dîtin. Di heman çemî de li herêma Koyê cenazek din jî hat dîtin. Duh jî du pismamên hev ên binavê Omer Ebdulmenaf (20) û Cîhad Nesredîn (19) di ava qezaya Kelekê ya girêdayî parêzgeha Hewlêr de xeniqîn.

 

Firyad Mihemed

 

(rn)