Çeteyên dewleta Tirk êrîşê Şehbayê kirin, şervanan bersiv dan

143

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ev bûye saetek ku bi çekên giran êrîşî gundê Diqne yê herêma Şehbayê dikin û di heman demê de gund topbaran dikin.

 

Li gorî agahiyên nûçegîhana ajansa nûçeyan a ANHA’yê ji herêmê ragihandiye, Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşa çeteyan û niha jî li derdora gundê Eyn Diqne şer diqewimê.

 

Gundê Eyn Diqne dikeve rojhilatê bajaroka Ming a herêma Şehbayê.

 

Hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê berdewame. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê gund û bajarên Kurdan wêran dibin, bi dehan mirovên sivîl yên bêparastin jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk ev demeke jî hewl dide operasyoneke mezin a dagirkirina kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin.