Çeteyên ku têk diçin hêrsa xwe di sivîlan re derdixin

82

 

Mayîna çeteyên DAIŞʹê bi sivîlên ku dixwestin ji taxa El-Diriye bigihijin taxa Teyar ve teqiya. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hêjmarek sivîlên Reqa ku çeteyan ew di bajar de dîl girtibûn, dema dixwestin xwe ji taxa El-Diriye bighînin taxa Teyar, mayînek ku çeteyên DAIŞʹê bi cih kiribû bi wan de teqiya. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Sivîlên din  belav bûn.

 

Cenga mezin ya Reqaya Kevin bi hemû germiya xwe berdewam dike û şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe didomînin. Li vir jî şervanan karîn 25 sivîlan rizgar bikin.

 

(anha)