DAIŞ’ê li Xaneqîn jinek kuşt û du kurên wê jî revandin

126

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR / XANEQÎN

 

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Îwin ê dikeve navbera bajarokên Qeretepe û Gulale yên girêdayî navçeya Xaneqîn a bi ser parêzgeha Diyale ve kirin. Di êrîşê de çeteyên DAIŞ’ê du ciwan revandin û dayika wan jî qetil kir.

 

Berpirsê komîteya YNK’ê li Qeretepe Mihemed Omer der barê bûyerê de ji ajansa me re axivî û got: “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Îwin ku dikeve navbera herdû bajarokên Qeretepe û Gulale yên girêdayî Xaneqîn ku dikeve ser Gola Hemrîn kirin. Çeteyên DAIŞ’ê 2 kes revandin û yek jî qetilkirin.”

 

 

Mihemed Omer got: “Çeteyên DAIŞ’ê di dema êrîşê de du ciwan bi zorê revandin. Dayika herdû ciwanan ku xwest li pêşiya revandina kurên xwe bibe asteng û dikir hewar, ji aliyê çeteyan ve bi 6 guleyan hat qetilkirin.”

 

Her wiha Mihemed Omer got: “Heya niha ti agahî ji wan herdû kesên DAIŞ’ê revandine nehatiye girtin. Gundê Îwin gundekê Erebane û dibin desthiladariya hêzên pêşmergedeye.”

 

(rn)