Heftemin endamê  malbata Hisên Penahî hat binçavkirin

96

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov a  Hengaw, duh li bajarê  Sine, pismamê Ramîn Hisên Penahî, Keywan Hisên Penahî, dema ku doza pismamê xwe di şopand de ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hat binçavkirin.

 

Keywan Hisên Penahî çalakvanê sivîle ku berî niha jî gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin.

 

Hêjayî gotinêye ku 13’ê Tîrmehê (Pêncşema buhrî) endamek din yê wê malbatê yê bi navê Ebas Hisên Penahî hatibû binçavkirin. Niha bê ku agahiyek der barê çarenûsa wan de were dayîn, heft kes ji  wê malbatê hatine girtin. 

 

Nêzî mehek berî niha, li taxa Şelman ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, komek çar kesî ya pêşmergeyên Komel ketine kemîna hêzên Îranê û di encamê de sê pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyê bi navê Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî tê girtin. Ji wê rojê ve zextên li ser malbata Hisên Penahî zêde dibin.

 

(rn)