‘Ji bo rizgarbûna ji zextên Îranê, yekîtiya netewî ji Yaresanan re pêwîst e’

101

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ SILÊMANÎ

 

Ev demek dirêje, rejîma Îranê li hember ola Yaresanî ya dibin desthilatdariya xwe de zextan dike û weke ol qebûl nake. Yaresanî jî yek ji wan olaye ku li gel Îranê hatiye qedexekirin û şopdarên wê jî rastî şidet û kuştinê hatine.  Têkildarî mijarê Endamê Konseya Rêveber a Komelga Demokrat û Azad a Rojhilat (KODAR) Mazlûm Heften ji ajansa me re axivî.

 

Mazlûm Heften di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Mijara yekgirtin û yekîtiya netewiya Kurd, stratejiyek gelek giring û pêwîste. Bi liberçav girtina demboriya xwe ku em tevlî şeran bûne, me gelek qurbanî daye. Bi taybet herdu şerê cîhanê yekem û duyem. Lê mixabin ti destkeftiyek me çênebû û tenê  welatên bihêz û  dagirker sud jê dîtin ku piştre Kurdistanê kirin çar parçe û piştre dagirkirin. Sedema wê jî nebûna rêveberiyekê ye ku nekariye Kurdan di çarçoveya yekîtiya netewî de kom bike.”

 

Her wiha Mazlûm Heften got: “Ya niha ji bo gelê Kurd pêwîst tenê çareseriya yekgirtin û yekîtiyê li hemû hêlên siyasî, netewî û leşkerî deye. Ew ji tenê dikare bi rêya kongreya netewî û vê şêwira netewiya Kurdistanê pêkwere û bi vê riyê destkeftek dîrokî ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêkbîne.”

 

Heften axaftina xwe wiha domand: “Wek di baweriya sereke ya me Yaresaniyan de ji dibêje, pêkanîna xweşiyê tenê ji bo kesek û aliyekê nabe û pêwîste ji bo hemû aliyan be. Armanca me yekîtiya netewî bê cûdahiye. Ji bo serxistina wê mijarê ji me gelek hewldan kiriye û em ji bo her erkî jî amadene.”

 

Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê  Mazlûm Heften axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Welatên dagirker, hertim hewldane şopdarên olên ji dervey xwe bi çewsînin. Em Yaresanên li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber Kurdbûn û Yaresanbûna me rastî zextên Îranê tên û hewla çewsandina me didin. Ji ber wê tenê rêya me ya derbasbûnê jibin van zext û çewsandinan, pêkanîna yekîtiya netewiye. Ew jî pêwîste hemû bawerî, ziman û pêhateyên cûda bi yekîtiya netewî bijîn.”

 

(rn)