Li Çemçemal agir girt malekê: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

118

 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Der barê bûyerê de Cigirê Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya Çemçemal, Eyub Hemexerîb ku ji ajansa me re axivî, got; “Sê kesên ku di encama şewata malekê de anînin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Çemçemal. Ji birîndaran du zarok û yek jî dayka wane.”

 

Eyub Hemexerîb got; “Rewşa hersê birîndaran pir giranbû. Piştî tedawiya destpêkê hatin şandina nexweşxaneya Silêmaniyê. Belê li nexweşxaneya Silêmaniyê herdû zarokên binavê Ehwe Rizgar û Enes Rizgar ên temenê wan navbera 3-5 salan de bûn, jiyana xwe ji dest dan.”

 

Eyub Hemexerîb wiha jî got; “Dayika herdû zarokan a binavê Suhîr Eyad Kamil ku li Nexweşxaneya Şehîd Huşeng dixebitî jî bi giranî birîndar bûye. Li gor gotinên kesên birîndar anîne nexweşxaneyê, şewat ji ber teqîna tîpê gazê çêbûye.”

 

(rn)