Li Geverê teqîn: Herî kêm 17 leşker birîndar bûn

99

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke di ajansên Tirkiyê de belav bûye îro saet li derdora 11.00’an li ser rêya reyîsî ya navbera Gever û Colemêrgê de li herêma Bajêrga Mezin (Esendere) li nêzî gundê Ovaiçiyê teqînek pêk hat, li gorî agahiyên medya Tirk dide, di teqînê de 4 jê giran 17 leşkerên dewleta Tirk birîndar bûne. 

 

Her wisa têgotin ku hêjmareke zêde ya ambûlansan sewqî herêma bûyerê hatiye kirin û rê ji çûyîn hatinê re hatine girtin.

 

Hêjayî gotinêye ku herêma ku teqîn lê rûdaye nêzî sînorê Îranê ye.

 

Her wiha heya niha ti hêzek berpirsiyariya vê çalakiyê negirtiye serxwe.