Li Helebce li dijî paşxistina mûçe kampanyeyek hat destpêkirin

74

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Îro li bajarê Helebce Partiya Komunîsta Kurdistanê, Hîzbî Zehmetkêşan û Partiya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, bi armanca dawî anîna li sîstema paşxistina mûçe, kampayayek îmze komkirinê dan destpê kirin.

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Komîteya Parêzgeha Helebce ya Partiya Komunîsta Kurdistanê Nîmet Meruf wiha ji ajansa me re axivî: “Me li gel hinek partiyên din pêwîst û wek berpirsyartiya xwe dît ku ji bo zextkirina li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca dawî anîna li sîstema paşxistin û belav kirina mûçe di dema xwe de,  dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan bikin.”

 

Nîmet Merûf destnîşankir ku  kampanyaya kom kirina îmzeyan di çend rojên dawî de li hemû bajarên Herêma Kurdistanê destpê kiriye û îro jî wan li Helebce daye destpêkirin û got: “Kampanya wê 10 rojan dewam bike. Piştre emê bi daxuyaniya çapemeniyê hejmara  îmzeyan eşkere bikin û pêşkêşî aliyên peywendîdar bikin.”

 

 

Nîmet Meruf axaftina xwe wiha bidawî kir: “Me komkirina imzeyan wek qonaxa yekem ya zext kirina li ser Hikûmeta Herêmê daye destpê kirin. Ger piştî imzeyan ti helwestek Hikûmeta Herêmê nebe, emê qonaxa duyem bidin destpê kirin. Lê em niha nikarin behsa berfirehiya wê qonaxê bidin.”

 

Hêjayî gotinêye ku ev du sale Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi navê paşxistina mûçe, beşek mezin ji mûçeyê karmend û mamostayan qut kiriye. Her wiha her 45 rojan carekê mûçeyê welatiyên teqawîtbûyî belav dikin.

 

 

(rn)