Li Hewlêrê têkildarî rewşa zarokên dixebitin panelek hat lidarxistin

77

 

 

 

ENWER QEREÇOX/ HEWLÊR

 

Îro di saet 10:00’an de li Salona Dedeman ya Hewlêrê  panelek ji bo parastina zarokên Herêma kurdistanê destpê kir û biryare sê rojan dewam bike.

 

Ji berî destpê kirina panelê Wezîrê Karûbarên Civakî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî di daxuyaniya çapemeniyê de têkildarî mijarê hinek agahî parve kir û wiha got: “Bi alîkariya Rêxistina UNICEF û Komeleya Hîwa ya Iraqê, ev panel hatiye lidarxistin. Pisporên navxweyî û derve tevlîbûn. Wê ev panel sê rojan dewam bike. Armanca me amadekirina çarerêya siyaseta parastina zarokên Herêma Kurdistanê ye.”

 

Mihemed Hawdiyanî anî ziman ku ew dixwazin siyasetekê saz bikin ku li gorî standarta parastina zarokan ya navnetewî be û got ku ewê projeyê bişînin Desteya Wezîran û piştî qebûl kirinê jî ewê bixin meriyetê.

 

Hawdiyanî axaftina xwe wiha domand: “Wezaretê ji bo parastina mafê zarokan hinek xebat daye pêşiya xwe. Vekirina rêyek ji bo zarok rojane pirsgirêkên xwe vebêjin û têkilî bi me re dane. Her wiha projeya malbatên baş hatiye ragihandin ku zarokên sêwî bigrin gel xwe û biparêzin. Niha ew proje hatiye bicihkirin.”

 

Li ser karkirina zarokan li Herêma  Kurdistanê  jî Mihemed Hawdiyanî wiha got: “Ti rêjeyek li ber destê me nîne. Zarok li Herêma Kurdistanê kar dikin. Lê ne rêjeyek ewqas geleke ku tê behs kirin. Ji ber em li gel UNICEF li ser mijarê kar dikin ku rêjeyek li ber destê me hebe, heya ku em bizanin rêjeya zarokên karker çiqase.”

 

Mihemed Hawdiyanî destnîşankir ku kar bi zarokan dayîna kirin sûce û di dema pêş de ji bo kar nekirina zarokan projeyên wan jî heye.

 

Hêjayî gotinêye, li gorî bîlançoya rêxistina UNICEF û Komeleya Hîwa ya Iraqî ku di panelê de eşkere kirî, li ser asta Iraqê ji seda 48’ê xwendekaran rastî şideta fîzîkî û derûnî tê, ji seda 18’ê zarokên Iraqê kar dikin. Li Iraqê 6 hezar zarok di girtîgehan de karûbarên yasayî li gel dikin û 5 hezar zarok jî  di yurdên sêwiyan de dimînin.

 

(rn)