Sariyildiz: Dawiya Erdogan nêzbûye

109

 

 

 

XELÎL DAG / ROJNEWS

 

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Feysel Sariyildiz bi bîr xist ku rejîma AKP û Erdogan piştî 15’ê Tirmehê 2016’an Tirkiyê gav bi gav ber bi rejîmekî cewisandinê ve biriye û jiyanê li muxalefetê kiriye zindan. Feysel Sariyildiz got: “Dibe ku rewşa niha ya Tirkiyê tarî û şêlûbe lê, belê di nava vê tarîkiyê de baweriyên me ji her demê zêdetir geşe û mezin e. Hêvî û baweriya me bihêz e.”

 

Parlementerê HDP’ê Feysal Sariyildiz di derbarê rewşa niha ya Tirkiyê de ji ajansa me re axivî û got: “Di vam salên dawî de hikûmeta AKP xwe li ser hîmê faşîzmê rêxistin kiriye. Niha bi hemû amûr û rêbazên faşîzmê jiyan li muxalefetê û gel kiriye zîndan. Hemû aliyên siyasî yên cuda û muxalefetê bêdeng dike, bi hezaran siyasetmedar xistiye zindanê. Muxalefeta herî dînamîk li Tirkiyê partiya me ye, ji sedî 80’ê rêveberên partiya me xistiye zindanê û ne tenê li himberê partiya me ev rewş heye, li dijî aliyên din yên mûxalefetê jî ev kiryar tên kirin. Rojname tên girtin, rojnemeger di hindir dene, akedemîsyen û bi hezaran kedkar ji karên wan tên avêtin.”

 

‘AKP Tirkiyê sed sal paşde birin’

 

Parlementerê HDP’ê Feysel Sariyildiz diyar kir ku piştî 15’ê Tirmehê 2016’an AKP gav bi gav cewisandin û zexta xwe li ser muxalefetê xistiye dewrê û di derbarê darbeyê de jî Feysel Sariyildiz got: “Tirkiye di 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi darbeyek post–modern yanî darbeyek mîzansen re rû bi rû hat hiştin, ev bi salane ku ew aliyê ku me wek hevalbendên desthiladariyê dizanî hewilda darbe li dijî aliyê din yê desthiladariyê pêk bîne lê, belê Erdogan ji beriya wê agahî wergirtibû û li ser wê çawan ji bo xwe bike firset pîlan amedekiribû. Darbe ji bo cewisandin û avakirina sîstema rêveberiya faşîst hat bi karanîn û wekî pêvajoya lutfa xûda ji bo desthiladariya AKP’ê derket pêş. Piştî darbe serneket ev tiştên min gotî pêk hatin. Li Kurdistanê bi dehan bajar hatin wêran kirin, sûcê mirovahiyê hat pêkanîn û mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin û niha hîna ev pêvajo berdewam dike.”

 

‘Welatên cîhanê Erdogan weke tehdîd dibîne’

 

Feysel Sariyildiz bi bîr xist ku Tirkiye vegeriyaye wan salên ku demokrasî hatibû binpêkirin û desthilatdarî di asta herî jor de zext û çewisandinan dikir. Feysel Sariyildiz wiha pêde çû: “Dema em temaşe dikin mîna desthiladariya Mussolîni û Hîtler çawan têk çû, niha heman tişt li Tirkiyê xwe dubare dike. Helbet tişta niha li Tirkiyê tê meşandin versiyona wê ya Rojhilata Navîne. 15’ê Tîrmeh darbeyek post-modern bû û bi destê Erdogan hat pêkanîn lê, belê ewên ku vê darbeyê pêkanîne bi krîza cihanê ya herî mezin a madî û siyasî rû bi rûne. Wana Tirkiyê sed sal paşde birin, niha di cîhanê ti dostên wan nemane û ji xwe Erdogan ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî gefek tê  dîtin.”

 

‘Dawiya Erdogan nêze’

 

Feysel Sariyildiz bi berdewamî got: “Li şûna Erdogan van rastiyan bibîne û siyaseta xwe bi guherîne niha hîn zêdetir van kiryarên tund dike komkujiyan zêde dike. Jixwe em ji van kiryaran zêde xerîb nînin.  Hemû dîkdator di demên xwe yên dawiyê de van kiryaran dikin û herî dawî jî têk diçin. Ev dawiyeke kû pir gengaze, em bawerin ev roj pir nêzikin ji ber ku li dijî van tevahiya vahşet û îmkaniyan ji rastiyek ya berxwedana gel heye. Niha li Rojhilata Navîn ew desthildariyên despotîk yê sîstema hişk yek bi yek tûne dibin, têne derbas kirin û ev pêvajo wisa berdewam dike. Em di pêvajoyek wisan re derbas dibin ku niha Kurd li Rojhilata Navîn weke hêzeke sereke tên dîtin. Dibe ku rewşa niha ya li Tirkiyê tarî be lê, di nava vê tarîkiyê de baweriya me ji her demê zêdetir geştir û mezintir e.”

 

‘CHP bû navbeynkar ji bo pirsgirêk mezin bibe’

 

Feysel Sariyildiz balkêşa ser siyaseta CHP’ê û got: “CHP rasterast destek da vê pêvajoyê. Ev salên 1933 û 1934’an ya dema dîktatoriya Hîtlerê têne bîra me. Di wê demê de gelek alî li dijî êrîşên li ser çepgiran bêdeng man, heya hinekan destek jî didan wan lê, piştî demekê tevahî partî hatin girtin û bû sedem ku kesek nekarî li ber xwe bide. Niha Tirkiye heman pêvajoyê dijî. Dema vê pêvajoyê li bîra xwe bînin wê bibînin ku destpêkê li pêşiya siyaseta legal hate girtin û bi hewildana HDP’ê derxistina ji derveyê meclisê ev pêvajo destpêkir. Bi rakirina parêzbendiya parlementeran û hevserokê partiya me li gel parlementeran xistina zindanê re ev rêjeya zextan giha asta herî jor.”

 

‘Dema CHP ji dil be wê çalakiyên xwe berdewam bikin’

 

Feysel Sariyildiz balkêşa li ser desteka CHP ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran û got: “Faşîzm xwediyê xwezayek wisane ku ji cihekê û pêde ew aliyên ku destek dayîne wan ji digre li hemberê xwe, ji ber ku krîz û kaos her tim mezin dibe û dibe sedem ku ew kesên nêzîkê xwe ji li dijî xwe dibîne. AKP kes û aliyên ku destek dayîne wan êdî ji bo xwe weke tehdîdek dibîne û berê xwe dayiye CHP’ê, lê ez nizanim ka CHP agahî ji xwe heye an ne lê, em temaşe dikin di van demên dawî de bi ‘meşa edaletê’ li gel CHP’ê hinek alîyên din yên civakê ketine nava berxwedanê de. Ev çalakî bi tenê nikare wan pirsgirêkên ku me qala wê kiriye çareser bike, ji ber wê ger CHP ji dil be divê çalakiyên xwe di pratîkê de bide berdewam kirin.”

 

‘Em CHP’ê wek hebûnek monolitîk nabînin’

 

Feysel Sariyildiz balkêşa li ser kevneşopiya CHP’ê û diyar kir ku li Tirkiyê ev sed sale tevahiya êşên ku gel, bawerî û aliyên civakê kêşayî bi saya avakerê netew-dewleta CHP’ê hatiye pêkanîn, divê derbarê de jî Feysel Sariyildiz  got: “Em CHP’ê wek hebûnek monolitîk nabînin, ji ber di nava CHP’ê de sosyal demokrat jî hene, ev jî dike ku kêmek jî be hêviyeke me hebe. Ji bo vê yekê pêwîste partiya muxalefeta sereke CHP çalakiyên xwe yên van demên dawî daye destpêkirin berdewam bike û were ser hişê xwe. Divê CHP li dijî van kiryarên faşîzane yên desthiladariyê ji dil tevbigere û hîn zêdetir bi bandor xwe bide nîşandan.”

 

‘Êrîşkirina li ser Efrînê wê Tirkiyê bixe nava agir’

 

Parlementerê HDP’ê Feysel Sariyildiz bi bîrxist ku gotinên Erdogan yên li dijî Efrînê wê Tirkiyê bixe nava felaketek pir mezin û wiha pêde çû: “Êrîşa li dijî Efrînê li dijî civaka navnetewî, sîstema cîhanê her wiha li dijî dînamîkên li wire. Ev tenê lîstokek ya Erdogane ku dixwaze desthiladariya xwe bi parêze û ji bo kiryarên xwe bi cih bîne dixwaze Tirkiyê bixe nava kaos û krîzan de. Her wiha armanca Erdogan ewe ku civakê bi xapîne û bala wan bikêşe ser cihekî din. Ev lîstokek pir xeter e. Dema ev tişt were kûr kirin û gavên cuda were avêtin wê agirê Rojhilata Navîn derbasê nava xaka Tirkiyê jî bibe.”