Di 6 mehan de li Germiyan 22 benzînxane hatin girtin

89

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Rêveberê Rêvebertiya Giştî ya Gaz û Jêderên Xwezayî ya Germiyan, Yadgar Fetah ku der barê mijarê de ji ajansa me re axivî, got; “Di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de, li herêma Germiyan 22 benzînxane ji ber xirabiya qalîteya benzînê hatin girtin. Her wiha her yek bi şêweyekî cûda jî hat cezakirin.”

 

 

Yadgar Fetah wiha jî got; “Li sînorê deriyê navnetewî yê Perwêzxan jî me dest daniye ser 80’ê tankerên bi benzîna qalîteya xerab û me destûr neda derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bibin. Me cardin vegerandin Îranê.”

 

Yadgar Fetah got; “Lijneya me di nava 6 mehan de serdana 158 benzînxaneya kiriye û lêkolîn lê pêkanî. Her wiha me serdana 15 kargehên gazê kir. Benzînxaneyên sînorê Germiyan benzîxana xwe ji herdû welatên Îran û Îmarat werdigire. Benzîna ji Îranê tê dikare bi şêweyek hêsanî pêşî lê were girtin. Belê ya ji Îmarat tê nikare pêşî lê were girtin.”

 

(rn)