Malikî: Referandûmê pêkbînin jî wê nekaribin serxwebûnê ragihînin

87

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke di ajanseke Rûsî de hatiye parvekirin Cigirê Serokomar û di heman demê de ku serokwezîrê berê yê Iraqê bû Nûrî Malikî, dijayetiya xwe ya ji referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê re aniye ziman û gotiye ku eger refrandum were kirin jî wê nikaribin serxwebûnê ragihînin.

 

Cigirê Serokomar Nûrî Malikî her wiha diyar kir ku hem di warê hiqûqî hem jî di warê Destûra bingehîn ya Iraqê de herêma Kurdistanê nikare serxwebûnê ragihînin. Kurdan di referanduma Destûra Bingehîn a Iraqê de çarenûsa xwe tayîn kirin û biryar dan ku Iraqeke federal ava bikin. Mafê wan tineye ku her roj bi çarenûsa xwe diyar bikin. Dibe ku referandûm pêkbînin, lê nabe ku Kurdistan ji Iraqê cûda bibe.”

 

Hêjayî gotinê ye ku PDK û hindek partiyên din yên Başûrê Kurdistanê bêy biryara parlementoya Herêma Kurdistanê biryar dan ku di 25'ê Îlonê de referanduma serxwebûna Kurdistanê li dar bixin. Ancax di serî de Iraq, Îran û Tirkiye jî dijbertiyeke mezin ya li hember pêkanîna referandûmê dikin û îşaret bi wê dikin ku eger ev pêk were wê felaketeke mezin bi serê Başûrê Kurdistanê de were. Hêzên Navnetewî jî bi awayeke eşkere dijbertiya xwe ya referandûma serxwebûnê ragihandine û gotine ku eger referandûm pêkbînin jî wê nekarin serxwebûnê ragihînin.