‘Kongreya netewî dikare aboriyek serbixwe ya Kurdistanê çêbike’

75

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Du pisporên aborî yên bajarê Helebce girêdayî bandora li dar xistina kongreya netewî li ser aboriya Kurdistanê ku ji ajansa me re axivîn û gotin ku aboriya Kurdistanê dikare bi kongreya netewî pêşbikeve.

 

‘Ji ber Kurdistan bûye çar parçe ti aboriya serbixwe nemaye’

 

Têkildarî mijarê Aborînas Faruq Xefur ragihand ku li dar xistina kongreya netewî di gelek hêlan de sûdên xwe hene û taybet di aliyê aborî û siyasî de û wiha dewam kir; “Ji ber ku Kurdistan li ser çar parçeyan hatiye parçe kirin, tiştek bi navê aboriya serbixwe nemaye. Ji ber ku ewa heyî jî diçe berîka ew welatên ku Kurdistan parçe kirine. Ji ber wê lidarxistin û serkeftina kongreya netewî dikare Kurdistanê bike xwedî aboriya serbixwe û li gel hinek welatên cîhanê bi axive.”

 

 

‘Parçeteyên Kurdistanê dikarin bi rêya hev pirsgirêkên xwe çareser bikin’

 

Li ser heman mijarê aborînasê bi navê Osman Mihemed jî ev gotin kir: “Eger li parçeyekî Kurdistanê  pirsgirêk hebe, dikare bi rêya parçeyên din ên Kurdistanê were çareser kirin. Mînak: Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ti çavkaniyek şandina derve ya avê nîne, lê dikare bi rêya Rojavayê Kurdistanê ev pirsgirêk çareser bike û li gel cîhanê bide girêdan. Ev jî dibe sedem ku  aboriyek bihêz ya me hebe.”

 

 

Osman Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê guman her welatek aborî û biryara wan di destê wan deye.  Ji ber wê em gelê Kurd dema ku em bûn xwedî aboriya xwe, wê demê emê bikarîn bibin xwedî biryara xwe ya siyasî. Bi wê jî çavê me li ber destê Ereb, Turk, Fars û Eceman namîne ku biryara mirin an jiyîna me bidin.”

 

(rn)