Wezîrê Kar: 67 hezar xwendekarên zanîngeh xilas kirine bê karin

63

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê Mihemed Hewdiyanî beşdarê vekirina duyemîn pêşengeha Riwange ya Fores ya 2017’ê li bajarê Hewlêrê bû û di vê pêşengehê de gotarek pêşkêş kir.

 

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê Mihemed Hewdiyanî di gotara xwede îşaret bi rêjeya bêkariyê ya li herêma Kurdistanê kir û got ku rêjeya bêkariyê ya li herêma Kuridstsanê di derdora sedî 15’an de ye.

 

‘Rêjeya bêkariya jinên ciwan zêdetire’

 

Hewdiyanî her wisa îşaret bi bêkariya ciwanan jî kir ku piraniya wan ji xwendekarên xwendinê temam kirine û nekarîne kar bibînin û got: “Li gorî amarên di destê Wezîreta Kar û Karûbarên Civakî, li Herêma Kurdistanê 67 hezar kesên zanîngeh û peymangeh temam kirine, niha bêkarin. Ji wan 26 hezar kes zilam û 41 hezar kes jî jin in.”

 

Mihemed Hewdiyanî her wisa ragihand ku ev rêjeya bêkariyê ya sedî 15 rêjeyeke zêdeye û  ragihand ku ew dixwazin derfetên kar ji ciwanan peyda bikin.”

 

(rn)