Ji ber kêm xwandinê pirtûkxane her diçin vala dibin

43

 

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Di van salên dawî de ji ber pêşketina teknolojiyê û mijolbûna ciwanan bi karanîna torên civakî her wiha ji ber krîzên darayî û çend sedemên din wisan kiriye ku asta xwandinê pir kêm bike.

 

Karmenda pirtûkxaneya Mala Rengîn Bihar Omer der barê rêjeya xwendinê di van salên dawî de ji ajansa me re axivî û got: “Ez her roj divê pirtûkxaneyê de kar dikim. Ez dibim şahid ku bi rastî asta xwandinê pir kêm bûye û ev ji bo me dibe sedemê nerazîbûnê. Sedemê sereke bi karanîna torên civakî ji aliyê ciwanan veye, li aliyê din bandora krîza darayî ji pir zêde li ser kes dike ku pere nîne ji bo xwandina pirtûkekê bide. Ji bo ciwanan niha 10 hezar yan ji 5 hezar ji bo kirîna pirtûkan pir zêdeye.”

 

 

Her wiha şanoger Elî Kerîm got: “Niha heskirina xwendinê li gel xelkê kêm bûye, teknolojî sedemê serekeye ji bo vê kêmbûna xwandinê.”

 

Elî Kerîm got: “Ez qasî demekê kêm li Ewrûpa bûm, min dît xelk dinava otobusê de şofêrên taksiyan û welatiyan hemû pirtûk li gel wan hebûn û dixwandin. Lê belê li gel me ne tenê nexwandina pirtûkan,  min ne dîtiye çûyîna sînema û şanoyan ku pêwistiyên mirovîne nayê dîtin.”

 

 

Hunermend Elî Kerîm herî dawî got: “Di demên kevin de me grub hebû ku kom dibûn pirtûk dixwandin û piştre li ser wan pirtûkan nîqaş û guftûgo dikirin. Min 3 pirtûk wergerê Kurdî kirine. Car hebû ku ji ber peyvekê li gel sed kesan di axivîm ku heya rastiya wê peyvê bibinîm min lêkolîna xwe dewam dikir. Lê belê niha ev kêm kiriye û ciwanên me li şûna mijolê xwandinê bin,  bi torên civakî re dema xwe derbas dikin û demê xwe wisan bi kartênin.”

 

 

 

(rn)