Helbestvanên Hewramî: Li Başûr cihdayîna helbestên Hewramî lewaze

28

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Helbest û wêjeya Kurdî bi gelek helbestvan, helbestên kevin, nû û hemdem dewlemende. Di nav wan de jî helbestên Hewramî rolekî xwe ya teybet heye. Di van salên dawî de ji ber xemsariya hinek helbestvanên Hewramî, ev rol û dewlemendî roj bi roj  berbi lewaz bûnê ve diçe.

 

‘Mixabin rola wêje û helbestên Hewramî berbi lewazbûnê ve diçe’

 

Têkildarî mijarê Helbestvanekî herêma Hewraman ê bi navê Suheyb Zelmî wiha ji ajansa me re axivî: “ Helbestvanên Hewraman, her ji kevin de xizmetek mezin ji bo wêjeya Kurdî  û helbestên Hewramî kiriye. Lê mixabin niha rola wêje û helbestên Hewramî berbi lewazbûnê ve diçe, bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Berovajî wê, li Rojhilatê Kurdistanê, rola helbestên Hewramî roj bi roj pêş dikeve û zindî dibe. Helbestvanên Hewraman karîne gelek helbestên nû û hemdem bi zaravayê Hewramî binivîsin û di dîwanan de helbestan çap bikin û belav bikin.”

 

 

 Her wiha Suheyb Zelim got: “Ji ber ku helbestvanên Hewraman bi zaravayên Soran helbestan dinivîsin û pişta xwe dane nivîsîna zaravayê Hewramî, li Başûrê Kurdistanê hebûna Helbestên Hewramî lewaz bûye. Li gel wê jî ji bo zaravayê Hewramî pêşnekeve, siyasetê jî bandorek mezin li fikrê helbestvanan kiriye. Berovajî wê, li Rojhilatê Kurdistanê yên weke Bêsaranî û Seydî û hinekî din karîne ji bo bi hêzkirina helbestên nû yên Hewramî kar bikin.”

 

Suheyb Zelim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dar nexistina festîval, çalakî û semînerên taybet ên helbestên Hewramî, sedemek dine ku helbestên Hewramî lewaz bibin. Lê mixabin ji bo helbest û wêjeya Hewraman heya niha ti hewldanekî ne hatiye dayîn ku were lêkolîn kirin, nivîsîn, çap û belav kirin.”

 

‘Lêkolînvan helbestên Hewramî piştguh dixin’

 

Li ser heman mijarê helbestvanek din ê bi navê Namiq Hewramî jî ev gotin kir: “Li gorî zaravayê Soranî, eger rola helbestên Hewramî zêdetir nebe, ne kêmtire. Lê mixabin, ewên ku wêjeya Kurdî lêkolîn dikin, helbestên Hewramî piştguh xistine û rastî ji xwendevanan veşartiye. Li aliyekî din helbestên Hewramî belavî du beşan dibe. Dibistanên aliyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.”

 

 

Namiq Hewramî destnîşan kir ku bihêzbûna wêje û helbestên Hewramî  çavkaniya xwe ji destpêka salên 1980’an digre û wiha domand: “Wê demê mamosta Osman Hewramaî karî bi çalakî û xebatek mezin helbestan pêşbixîne. Li gel wê jî bi gotina Goranî û bikaranîna wan helbestan, karî rola wan helbestan hîn zêdetir bihêz tir bike. Lê wê bihêzbûnê zêde ne domand. Lê di dawiya salên 1980’an de mamosta Osman nekarî wê pêşketinê dewam bike. 

 

Di dawî de Namiq Hewramî wiha got: “Berovajî ew fikrê ku nivîsîna helbestan bi zaravayê Soranî şaş tê dîtin, ti pirsgirêk di wî alî de nîne. Heya ku ez piraniya helbestên xwe bi zaravayê Soranî di nivîsim.  Piştî ku berhemên min bi Hewramî hat çapkirin, carek din bi zaravayê Soranî çap dikim ku kesên din jî wêje û helbestên Hewramî fêm bikin.”

 

‘Helbestên Hewramî li Rojhilatê Kurdistanê baş pêşket’

 

Helbestvanê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Adil Mihemed Pur jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Helbestên Hewramî di asta xwe de xwedî taybetmendiyên xwe bû. Wek bêhn dayînek dirêj bû ku bibû xwedî xal û hewayek nû. Li gorî helbestên Soranî  taybetmendiyên  xwe hebû û zêdetir li Rojhilatê Kurdistanê pêşketinên baş li gel xwe anî.”

 

 

Di dawî de Adil Mihemed ev gotin kir: “Di dîroka Helbestên Hewramî de, hinek helbestvanên wek  Bêsaranî, Seydî û bi taybet Mewlewî ku ew jî xwe wek şopdarên bavê  Birge dibînin. Ji bo helbestvanan rolek karîzmatîk hebû. Piştre û niha wek tevger hat dîtin. Hemû cûre destwerdan û guhertin pîroz dîtiye û li gel wê jî gelek salan dibin bandora helbestên din de, helbestên Hewramî govenda nûjeniyê gerandiye û li Rojhilatê Kurdistanê pêşket. Niha jî hebûna xwe  dide îspat kirin.”

 

(rn)