Bi camê hem fîgûrên xwezayê çêdike û hem jîngehê diparêze

31

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Karkerê di kargeheên cam, înşaet û peyzajê de xebitiye Mehmet Nûrî Cakto, 2 salin di hewşa xwe de kargeheke biçûk vekiriye û hunera camê pêş dixe. Cakto, diyar kir ku bi vê karê camê hem hunerê pêş dixe û hem jî xwezayê ji bermahiyên camê diparêz e. 

 

Cakto, îşaret bi zirerên bermahiyên cam dide xwezayê dike û dibêje, cam bixwe zirerê dide xwezayê û tahlûkeyên xwe hene. Lê, Cakto bi komkirina van berhamahiyan re dixwaze di warê hunerî de jê sûd werbigire û bi vî awayî xwezayê ji qirêjiya bermahiyên caman biparêze. Catko bi berdewamî wiha got: “: "Ji ber ku gelek alav û amûrên caman davêjin nava xwezayê ji ber van caman derdor qirêj dibe û di nava daristanan de şewat derdikeve. Armanca min ez hem hunera camê pêş bixim û hem hewl bidin ku kes caman navêjin derdorê û bikar bînin. Cakto, destnîşan kir ku dixwaze bi vê hunerê nêrîna mirovan a li hemberî camê biguherîne û eleqeya derdorê ya hunera camê zêde bike.”

 

(dihaber)