Iraq bê agahiya Meclisa Kerkûkê petrola Kerkûk dişine Îranê

32

 

 

 

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

Di 1’ê Tebaxa 2017’ê de Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser şandina petrola Kerkûkê ji bo Îranê, lihevkirinek li gel Wezareta Petrolê ya Îranê îmze kir. Der barê vê lihevkirinê de endamê Lijneya Petrol û Gazê li Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Fûad Hisên ku ji jansa me re axivî, diyar kir ti agahiyek wan ji vê lihevkirinê nîne.

 

Fûad Hisên got: “Me jî bi rêya çapemeniyên Iraqê agahî ji vê lihevkirinê girt. Ji vê lihevkirina di navbera Iraq û Îranê ya li ser şandina petrola Kerkûkê ji bo Îranê de, agahiya Meclis û Rêveberiya Kerkûkê jê çênebûye. Ev jî dijî yasayê û binpêkirina yasayê ye.”

 

Fûad Hisên wiha jî dewam kir; “Li gorî ew zanyariyên li ber destê me wê ev petrol bi rêya boriyê bê şandina Îranê. Li Îranê jî wê bê refînekirin û piştre bê şandina Iraqê. Belê agahiya me li ser naveroka lihevkirinê nîne. Yekane deriyê ji bo şandina petrola Kerkûkê, Herêma Kurdistanê ye. Ger herêm razî nebe, dibe ku lihevkirin têkbiçe. Her wiha rêya herî nêzik ji bo şandina petrola Kerkûkê ji Îranê re Silêmaniye. Ji bo vê jî divê destûra hikûmeta herêmê ji bo şandina petrole di ser vî bajarî re hebe.”

 

 

Fûad Hisên got: “Hikûmeta Iraqê bi rêya şîrketa petrola Bakûr dikare rojane 150 heya 160 hezar varêl petrol bişîne, ya dimîne ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê şandin. Di sala 2007’an de biryar li ser çêkirina refînek a petrola Kerkûkê hate dayîn û heya niha hikûmeta Iraqê ev biryar pêk ne aniye. Şandina petrola Kerkûkê bi armanca refînekirina petrolê tê şandina Îranê, ti xizmetê ji bo welatiyên Iraq û Kerkûkê nake.”

 

Di derbarê peymana petrola Kerkûk ya dinavbera hikûmeta Iraq û Îranê de îro ofîsa rojnamegeriya Walîtiya Kerkûkê daxuyaniyek belavkir.

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Emê piştgiriya hemû hewldanên giringî dana bi petrola Kerkûkê bikin. Ev jî bi mercê Rêveberî Meclisa Kerkûkê jî tevlî bibin. Her lihevkirina bê tevlîbûna Meclis û Rêveberiya Walîtiya Kerkûkê pêk were wê ser nekeve, ji ber ku di bingeh de binpêkirinek destûriye.”

 

(rn)