KMMK: Şahî û Hurmuzî bi mebesta darvekirinê birîn hucreyê

48

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, li Girtîgeha Urmiyê îro danê sibehê girtiyên bi navê Husên Şahî û Seîd Pûr Hurmuzî bi mebesta darvekirinê birîne hucreyên yek kesî.

 

Di daxuyaniya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê de wiha tê gotin; "Ev du girtiyên henê, ji berî niha bi tewanbariya madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Li gorî agahiyên bi dest ketine biryare di nava du yan sê rojên din de cezayên wan pêk were. Hêjayî gotinê ye ku, ji berî niha, nûnerên Parlamentoya Komara Îslamiya Îranê di pêşnumeyek ya yasayî de, daxwaz kiribûn ku cezayê bidarvekirinê yên bi tewanbariya madeyên hişber bê kêm kirin. Lê dadgehê zêdeyî 5 kesan bi heman sûcî bi cezayê darvekirinê ceza kiriye."

 

Gefa darvekirinê li sê girtiyên Kurd tê xwarin

 

Hêjayî gotinê ye îro jî Rêxistina Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê  dabû diyar kirin ku cezayê bi darvekirinê ji bo sê girtiyên siyasiyên Kurd ên li Girtîgeha Recayî ya Kerec hatiye dayîn. Ji ber nerazîbûnên li hember qedexekirina serdanên malbatên wan, gefa bi cih anîna biryara bi darvekirinê li wan tê xwarin.

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê  girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Huşeng Rezayî ji aliyê berpirsên girtîgehê ve gef lê tên xwarin û veguhestine salona jimare 10 ya bicih anîna biryara darvekirinê.