‘Hezar helbestên min hene lê nikarim çap bikim’

36

 

HAWRÊ MISTEFA / HEWRAMAN

 

Helbestvan û Siyasçeman Çir Feysel Jîwarî ji gundê Jîwarî yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bo karkirinê ji Rojhilat hatiye bajaroka Tewêle ya navçeya Hewreman a  Başûrê Kurdistanê. Helbestvan Feysel Jîwarî der barê  jiyana xwe û rewşa wêje û hûnerê ya li Rojhilatê Kurdistaanê de ji ajansa me re axivî.

 

Feysel Jîwarî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ev nêzî sê salin ji ber bê kariyê ez ji Rojhilatê Kurdistanê car bi car têm navçeya Hewreman bi taybet bajaroka Tewêlê a Başûrê Kurdistanê. Ez ji bo karkeriyê çend mehan dimînim. Lê ewa ku li min giring min nehêlaye ku ew hûnera ez dizanim winda bibe."

 

'Gelek hunermendên kêrhatî hene lê ti aliyek wan nabîne'

 

Feysel Jîwarî bal kişand  li ser rewşa huner a li Rojhilatê Kurdistanê û got: "Li Hewremana Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li gundê Jîwar gelek hunermendên xwedî kêrhatiyên cûr bi cûr hene. Lê mixabin ti  kes û aliyek wan nabîne."

 

'Hezar Helbestên min ji bo çapê amade hene'

 

Helbestvan Feysel Jîwarî anî izman ku wî li gek karkeriyê jî hêviya xwe ji çapkirina pirtûkek a helbestan nebiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Min hezar helbestên cûr bi cûr nivîsîne û ji bo çapê amadene. Lê belê ji ber sedemên darayî û nebûna ti sponserekê û piştgiriyekê heta niha nehatine çap kirin."

 

'Li Îranê ji bo hunermendên Faris hemû asankarî tên kirin'

 

Feysel Jîwarî ev jî got: "Li Îranê ji bo hunermendên Faris hemû asankarî tên kirin. Di aliyê darayî de jî piştgiriya wan tê kirin. Lê belê bi dehan hunermendên weke kin li Rojhilatê Kurdistanê hene ku dest ji hunera xwe berdidin û li dov debara jiyanê  digerin."

 

'Li Rojhilat pêwîstî bi navendek ya hûnerê heye'

 

Feysel Jîwar di dawwiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo ku hûnera kurdî ya wê herêmê wina nebe û hunermend jî sûdê jê werbigirn, divê ji bo parastina huner û hûnera siyaçemane bi taybetî li Rohilatê Kurdistanê navendeke taybet were vekirin.

 

(rn)