3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hat lidarxistin

53

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji bo şehîdên xwîşk û bira Sarîna Şengal (Mardîn Çelebî) û Zîndan Gabar (Îbrahîm Çelebî) hat lidarxistin. Di merasîma xelat dayînê ya pêşbirkê de kesên di beşa çîrok, helbest a zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî) û Tirkî pileya yekemîn, duwemîn û sêyemîn girtî hêjayî xelatan hatin dîtin.

 

Xebatkar, şoreşger û kedkara Çapemeniya Azad Denîz Firat di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê de dema ku ji qada şer agahî radigihandin jiyana xwe jidest da. Bi vê boneyê ji aliyê Yeketiya Xwendekarên Azad (YXA) ve sê sale Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin.

 

3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji bo şehîdên xwişk û bira Sarîna Şengal (Mardîn Çelebî) û Zîndan Gabar (Îbrahîm Çelebî) hat lidarxistin.

 

Duh di salvegera şahadeta Şehîd Denîz Firat (8’ê Tebaxê) de bi pêşengiya YXA’yê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Salona Konferansê di demjimêr 20:30’an de, bi amadebûna sedan beşdarvanan, nûnerên saziyan, mêvanên derve û pêşbirkvanan‘3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat’ hat lidarxistin.

 

Li gel malbata şehîd Denîz Firat û malbata Şehîd Sarîna Şengal û Şehîd Zîndan Gabar, beşdarvanên pêşbirkê, endamên jûriyê, nûnerên saziyan û bi sedan mêvanan pêşbirkê di kesayeta Şehîd Denîz Firat de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê bi deqiqeyek rêzgirtinê destpêkir.

 

Axaftina vekirinê a ji aliyê Endamê Koordînasyona Yeketiya Xwendekarên Azad (YXA) Bedran Yûrûk ve hat kirin.

 

Yûrûk di axaftina xwe ya vekirinê de, di kesayeta şehîd û kedkara Çapemeniya Azad Şehîd Denîz Firat û herdu şehîdên xwişk û bira Sarîna Şengal (sala 2015’an di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizirê di nava refên YPS’ê de şehîd bûye) û birayê wê Şehîd Zîndan Gabar (di heman salê de li nav refên HPG’ê li herêma Hezexê jiyana jidest da) tevayî şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê bibîranî.

 

Bedran Yûrûk di dewama axaftina xwe de balkêşand ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Denîz Firat ya di qadên gerîla û hem jî di qada çapemeniyê de û da zanîn kû rêheval Denîz Firat bi çek û kameraya xwe li her qadê xebat û tekoşîna xwe da meşandin û di encama êrîşek bêbext ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Herêma Mexmûrê di dema veguhezandina agahiyên herî dawî yên Berxwedana Mexmûrê ji bo raya giştî di 8’ê Tebaxa 2014’an de jiyana xwe jidest da û tevlî karwanê bêmirin yê şehîdên têkoşîna azadiyê bû.

 

Piştî axaftina vekirinê, li ser navê malbata Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan axavî. Yildiztan li ser navê malbatê xêrhatina tevayî beşdaran kir û ji destpêka amadekariyên pêşbirkê heta roja xelatdayînê kesên di ber pêşbirkê de, ked dayî spasiyên xwe da diyarkirin. Em weke malbata Şehîd Denîz Firat heta dawiyê emê xwedî li têkoşîn û bîranîna Şehîd Denîz Firat, rêhevalên wê û xeta Rêbertî derbikevîn.

 

Li ser navê malbata şehîdên xwîşk û bira, xwîşka herdu şehîdan Şîmal Çelebî jî li ser navê malbata xwe keyfxweşiya xwe anî ziman kû 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji bo bîranîna xwîşk û birayên wê yên şehîd Sarîna Laleş û Zîndan Gabar hatiye lidarxistin, spasiya xwe ji bo tevayî beşdaran û kedkarên pêşbirkê dan diyarkirin û soza şopandina riya şehîdên tekoşîna azadiyê û Rêbertî da.

 

Li ser navê komîteya amadekar ya 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tabloya kû ji wêneyê şehîdên xwîşk û bira pêkdihat weke xelat da malbata Çelebî.

 

Piştî axaftinên pêşbirkê, ji bo bîranîna şehîda çapemeniyê Denîz Firat û şehîdên xwîşk û bira Sarîna Laleş û Zîndan Gabar sînevîzyona kû hatibû amadekirin, hat nîşandan.

 

Piştî sînevîzyonê merasîma xelatdayînê destpê kir.

 

Navê kesên hêjayî xelatê hatî dîtin wihaye;

Bi rêzê ve pile, nav, berhem û cihê beşdarbûna pêşbirkvanan

Kurdî / Kurmancî – Helbest

1’emîn, Ehmed Talî ‘Qêrîna Bêhêvî’ Wargeha Mexmûrê,

2’yemîn, Sarya Ronahî Roşan ‘Hêviya Hurdiyê Amed,

3’yemîn, Osman Akdag ‘Rûesmera Sûrşepalî’ Êlih,

 

Kurdî / Kurmancî– Çîrok

 

 1’emîn, Nîhat Tekîn ‘Berxwedan’ Wargeha Mexmûrê

2’yemîn, Mihemed Kara ‘Çû… Hat’ Wargeha Mexmûrê

3’yemîn, Ebûzer Kaplan ‘Bêhna Bêrîkirinê’ Riha

 

Kurdî – Soranî / Çîrok

 

1’emîn Diyar Mûsa ‘Toz’ Dihok

2’yemîn, Seyfûllah Seedmejejey ‘Cotî Pêlaw’ Sine

3’yemîn, Beşdar Necmedîn ‘Le Başûrî Kurdistan’ Hewlêr

 

Kurdî – Soranî / Helbest

 

1’emîn, Beşdar Necmedîn ‘Şaznekem’ Hewlêr

2’yemîn, Ezîz Pûsat ‘Gerîla’ Wargeha Mexmûr

2’yemîn, Umêd Mihemed ‘Silaw’ Hewlêr

3’yemîn, Beşdar Necmedîn ‘Dilnasikem’ Hewlêr

 

Zimanê Tirkî – Helbest

 

1’emîn, Meral Şîmşek ‘Încîr Karasi’ Amed

2’yemîn, Onur Konca ‘Karanfîller’ Stenbol

3’yemîn, Ugur Işik ‘Çiyagerîn Turkusu’ Zîndana Kocaelî – Tîpa F

 

Zimanê Tirkî – Çîrok

 

 1’emîn, Sînan Coşkun ‘Izmarit Avcilari’ Zîndana 1. ya Kandira / Kocaelî Tîpa F

2’yemîn, Eylem Kahraman ‘Tendurek Dagi’ Almanya

3’yemîn Berk Bozyel ‘Farazî’ Almanya

 

Piştî merasîma xelat dayînê, bi rêzê ve Îskan Amed, Hawar Tûnç, Behrî Tûnç û Beşdar Necmedîn helbest xwendin. Her wisa dengbêj Bêrîvan Sayin jî stranên dengbêjiyê got, di dema xwendina helbestan û stran gotinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.  

 

Di dawiya merasîmê de, komîteya amadekar ya pêşbirkê pirtûka kû ji tevayî berhemên 2’emîn pêşbirkê pêkdihat weke xelat da saziyên wargehê û kesên di pêşbirkê de ked dayî.

 

Komîteya Amadekar ya 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan ya Şehîd Denîz Firat ji bo beşdarbûna gel, nûnerên saziyan, pêşbirkvanan û tevayî kes û karên di pêşbirkê de ked dayî spasiyên xwe dan nişakirin.

 

Merasîma xelat dayînê ya 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan ya Şehîd Denîz Firat bi qêrîna dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bîjî Şehîdên Çapemeniya Azad’ bidawî bû.

 

 

(ht/wd/rn)