‘Divê ciwan hîn zêdetir giringî bidin karê hunerî’

24

 

 

ELÎ QADIR/ QELADIZ

 

Ebdullah Ezîz her wiha zimanên Erebî, Farsî, Tirkî û Îngilîzî jî dizane, nezewiciye û bi tenê li malekê dijî. Debara jiyana xwe bi firotina wêneyên bi dest çêdike derbas dike. Ebdullah Ezîz li ser karê xwe yê hunerî û jiyana xwe wiha ji ajansa me re axivî; “Min di zarokatiya xwe de wêne çêdikirin. Belê piştî ku bûm kêmendam min hîn zêdetir giringî da vî karî û nêzî 14 salin ez vî karî dikim.”

 

 

Ebdullah Ezîz wiha jî dewam kir; “Ez zêdetir wêneyên xwezayê çêdikim. Ez pir ji karê xwe hes dikim. Ev hunere di heman demê de aramiyekê jî dide min. Salane li Qelazid pêşengehên wêne vedikim. Ez dixwazim welatî ji derve jî bên vir û di heman demê de Qeladiz jî nas bikin.”

 

 

 

 

 

(rn)