‘Armanca me hîn zêdetir xweşîk kirina cilê gerîlaye’

27

 

 

 

ELÎF MARDÎN-DÎLAN HEREKOL / RONEWS

 

 

Gerîlayên YJA-Starê ku li herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên dirûtina cilê gerîla dikin, Toprak Canfeda û Nûjînda Botan xebatên xwe ji ajansa me re nirxandin. Herdu gerîlayên YJA-Starê ku cilên gerîla yên di çavê gel û ciwanan de xwedî wateyeke mezine diduurin, diyar kirin ku di dirûnxaneya wan de tenê gerîlayên jin dixebitin.

 

Gerîlayan diyar kirin ku xebatên dirûtinê her timî berdewam dike û kêfxweşiya xwe ya ji vê xebatê anîn ziman. Gerîla Nujînda Botan ku di sala 2014’an de ji Cizîra Botan beşdarî tevgera azadiyê bûye û niha jî endameke çalak ya ev dirûnxaneya ji 4 kesî pêktê ye, diyar kir ku ji hevalên xwe yên gerîla re cil dirûtin, wê kêfxweş dike.

 

Nujînda li dirûnxaneyê de karê birîn, pîvan û dirûtinê dike. Her roj şeş taxim cil (şal, gomlek, yêlek) didûrû. Nujînda dibêje, car heye di nava rojê de 8 taxim cil didirû. Nujînda ku ev du salin vê xebatê dimeşîne wiha dibêje; “Em li gorî pêwîstiyên hevalan cil didirûn. Car heye em rojê 8 taxim jî çêdikin. Piranî em sê heval dirûnin ser makîneyan û ez piranî bi karê birînê dikim. Dema vala jî dimînin ji bo dirûtinê alîkariya hevalên din dikim.”

 

 

Zehmetiyên dirûtina cilan

 

Botan ku dibêje cilê gerîla ji şal, gomlek û yêlek pêk tê behsa zehmetiyên dirûtina wê kir û got: “Cilê gerîla zehf berîkên xwe hene û ev jî di dirûtinê de mijûlatî çêdike.” Nûjînda diyar kir ku ew hemû dema xwe bi karê dirûtinê re derbas nakin û wiha pêde çû:“Em hemû dema xwe bi xebatê re derbas nakin. Em di heman demê de perwerdeya xwe dibînin û perwerdeya îdeolojîk dibînin. Her wisa em pêwîstiyên xwe yên jiyanî jî dabîn dikin.”

 

‘Gerîla serî rakirina li hember dijmin e’

 

Gerîla Nûjînda wiha wesfa gerîla dike û dibêje, “Dema gerîla têgotin, yekser kesên ku serî li ber dijmin radikin, li dijî zilmê, koletiyê radibin û zincîrên koletiyê dişikînin tê hişê herkesê. Ji lewma wateya cilê gerîla jî pir mezine. Li aliyek şer heye lê, em di aliyeke din de jî jiyana xwe nadin sekinandin û jiyana xwe berdewam dikin.”

 

Nûjînda Botan dibêje, di karê dirûtinê de ne şerte ku muheqeq kesek berê ezmûna xwe hebe, vî karî bike û got: “Her car cihê hevalên vê xebatê dikin tê guhertin. Ez bixwe jî dema destpêkê hatim hevalek beriya min li vir bû nêzî 10 rojan vê karî fêrî min kir û paşê min jê dewr girt. Em jî niha hevalên me yên nû tên xebatê hîn dikin. Yanî tiştên ku em fêr dibin, dewrê hevalên xwe jî dikin. Îro ez li virim lê, dibe ku sibe li qadeke din û xebateke din a têkoşînê de cih bigirim. Em xwe li gorî her şert û mercî amade dikin.”

 

Di çiya de hevdîtinên suprîz

 

Nûjînda dibêje ew Toprak Canfeda li malê nas dike û ew bixwe wê tevlî gerîla kiriye. Nûjînda Botan kêfxweşiya xwe ya ji vê hevdîtina suprîz tîne ziman û dibêje; “Di nava tevgerê de car heye mirov rastê bûyerên seyr tê. Mînak min di jiyana sivîl de hevala Toprak Canfeda tevlî rêxistinê kir. Niha jî ji bo xebatên me hatiye vesazkiirn. Ev rewşên wisa mirov zehf kêfxweş dibe.”

 

Toprak Canfeda jî dibêje, vê hunera xwe ya dest ji dayîka xwe girtiye û wiha pêde diçe: “Beriya ez tevlî têkoşînê bibim, min 4 sal di tekstîlê de kar kir. Lê, ezmûna min a yekê ji saya dayîka min bû. Toprak bi berdewamî got: “Dubare dîtina Nûjînda min zehf kêfxweş kir. Hem min tevlî gerîla kir, hem jî niha em bihevre di heman xebatê de ne. Ev min kêfxweş dike.”

 

 

Canfeda diyar kir ku êdî ew qonaxa fêrbûnê derbas kiriye û got ku êdî ew bi awayeke fermî dest bi dirûtina cilan kiriye. Canfeda her wisa diyar kir ku herçed berê kêmek tecrûbeya xwe hebûye û ev jî awantajek ji bo wê çêdike. Canfeda bi berdewamî wiha got: “Di fêrbûna cilên gerîla de jî min zêde zehmetiyeke cidî nejî. Ji ber jiyana gerîla jiyaneke şoreşgeraneye, ji lewma di demeke herî kurt de xwe fêrî her şertî dikin.”

 

‘Emê cilên gerîla xweşîktir bikin’

 

Canfeda diyar kir ku dema ew bixwe cil didirûn heyecan û kêfxweşiyeke cûdatir dijîn û got: “ Xebata ku em dikin, em bi heyecan û hezkirineke mezin dikin. Ji bo cilên gerîla her diçe fikrên me yên hîn xuluqkartir çêdibin û wiha pêde çû: “Her diçe em dixwazin cilên xweşîktir bidirûn û cilê gerîla yê heyî dixwazin hîn xweşîktir û balkêştir bikin. Sedema daxwaza me ya pêşxistinê jî, ji ber cilê gerîla tam li gorî şertên çiyaye û rehete, pratîke. Em her şekleke çêdikin li gorî rehetî, xweşîkî û xweş bikaranîna hevalan eyar dikin.”

 

‘Wateyeke xwe ya mezin ji bo gel heye’

 

Canfeda diyar kir ku gel zehf ji vî cilî hez dike û got: “Ji ber ciwanên Kurd bi cilên gerîla ji bo gelê xwe şer dikin,  gel zehf jê hez dike û ji bo wan zehf watedare. Heybetek û balkêşiyeke xwe ji bo gel heye. Ji ber ev cil cilê ew ciwanên ku ji bo azadiya wan şer dikine ye. Her wisa jixwe cilê gerîla nêzî cilên netewî yên Kurde û ji wir îlham hatiye girtiye. Gelek ciwanên Kurd bi wan cilan şehîd bûne. Beriya beşdar bibim, her xeyaleke min bû ku ez cilê gerîla li xwe bikim.”

 

‘Karê me dibin her şertî de berdewam dike’

 

Canfeda diyar kir ku gerîla her kêlî û herdem ji bo her tiştê amadeye û wiha pêde çû: “Gerîla herdem ji bo her tiştî amadeye. Ji bo her rewşê di amadebaşiyê de ye. Dem û cih tên guhertin. Rewşên awarte jî tên guhertin lê, em dibin her şert û mercî de karê xwe berdewam dikin û nadin sekinandin. Ji ber pêwîstiyeke girîng û zarûriye, divê neyê sekinandin.

 

(bz)