Festîvala Roja Ciwanan a Cîhanê li Helebce pêk hat

33

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Bi boneya Roja Ciwanan a Cîhanê bi dirûşmeya 'Ciwanên Kurdistanê sembola fikra azadî û hêza afirandinê ne' bi amadebûna hejmarek berpirsên hikûmî, hizbî û ciwanên bajêr Rêveberiya Ciwanên ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê li Helebce festîvalek li darxist.

 

 

Di destpêka festîvalê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate kirin û piştre Erîwan Selah peyama rêveberiya ciwanên pêşkêş kir û got: "Îsal em di demê de roja Ciwanên Cîhanê bi bîr tinin ku herêma me bi hinek krîzan darayî, siyasî û civakî re derbaz dibe. Bi berdewam bandor li ciwan kiriye ku bingehê civakek pêşketî û dînemoya guhertinane."

 

 

Erîwan Selah ev jî got: "Pêwîste  bi çend şêwazan sûd ji kêrhatinên ciwanan werin wergirtin. Ji ber ku erkê rêveberiya welat di salên bên de dikeve stûyê van ciwanan. Divê em ji niha de bingehê civakek pêşketî li şer milê ciwanan danîn û em nehêlin kêrhatinên wan vale biçe."

 

Piştre çend berhemên hunerî yên wek helbest û stran di festîvalê de hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de jî ji bo çend ciwanên kêrhatî û nîmûne yên parêzgeha Helebce û li gel du malbatên ciwanên pêşmerge yên şerê li dijî terorê de şehîd bûyîn xelat hatin dayîn.

 

 

Ciwanê rûniştvanê Helbebce yê bi navê Hesen Cemal ji Ajansa me re wiha  axivî: "Lêkolînên ciwanan ji aliyê hikûmata herêmê ve hatine paşguhxistin û bi şêweyek cidî lê meyze nakin. Hikûmetê ti planek ji bo pêşxistina kêrhatî û hevkarîkriina ciwanan nîne. Ji ber wê piraniya wan ciwanan ji ber bê kariyê berê xwe didin derve û welat bi cih dihêlin."

 

 

Cemal axaftina xwe wiha domand; "Di nava çend salên derbasbûyî de ji ber bê planiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derfetên kar ji bo ciwanan, ji ber vê yekê hejmarek zêde ciwan bêkarin. Piraniya wan dîploma zanîngehê û masterê hene lê ji ber kar nînin, betalin."

 

 

Ciwana bi navê Husna Hewramî jî wiha got; "Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo ciwanan kar peyda bike. Di heman de mê de erkê hizba ne jî. Nabe rol û erkê ciwan li ber çav neyê girtin. Dema ciwanan digrin kar divê ciwaziyê nexin di nava ciwanin."