Li Çemçemal pêşangeha tabloyên gerîla pêşmergeyan hat vekirin

39

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Îro li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmanî Koma Şêwekarî ya Rengê Zindî ya Firçe, pêşangehek wêneyên zindî û ronahî bi navê ‘Berxwedan û sêbera pêşmerge jiyana me ye’ ji bo hunermendê şêwekar Tuwana Talib hat vekirin.

 

Li ser pêşangehê şêwekar Tuwana Talib wiha ji ajansa me re axivî: “Yekem car pêşangehek bi awayî wêneyên zindî û ronahî tê vekirin. Tablo jî  bi du rengên şîn û sor in.”

 

Her wiha Tuwana Talib got: “Pêşangeha me  berxwedana pêşmerge, şervan, gerîla û dayîkên dilşewat nîşan dide. Me yekem car pêşangeha xwe li Çemçemal vekir. Ji ber ku ev navçeye paytexta şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê tê naskirin. Eger alîkariya me bikin, em dixwazin pêşangehê li bajar  û navçeyên din jî vekin û heya bibin Rojava jî. Ji ber ku mesrefek zêde ji bo kel û pelên tabloyên me pêwîste.”

 

 

Tuwan Talib axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger tabloyekî 50 cm bi 70 cm çêbikin, wê 40 hezar heya 50 hezar dînar lê mesref bibe, ji ber wê em daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar dikin, alîkariya me bikin ku zêdetir girîngî bi hunerê şêwekarî bidin. Da ku bi rêya wan tabloyan xebat û qurbaniyên gelê Kurd  nîşan bidin.”

 

Wê pêşangeh heya îro êvarî dewam bike.

 

 

 

 

 

(rn)