Tevgera Azadî got: ‘Na’ ji bo referandûmê

32

 

BÊRÎTAN ZAGROS / KERKÛK

 

Tevgera Azadiyê têkildarî referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê daxuyaniyekî çapemeniyê li navenda xwe ya Kerkûkê da û ragihand ku ew ji bo pêkanîna referandûmê dibêjin, ‘Na’. Daxuyanî ji aliyê berdevk û her wisa cîgira hevserokatiya Tevgera Azadiyê  Tara Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de sedemên gotina ‘Na’ ji bo referandûma herêma Kurdistanê û rêyên wê yên çareseriyê hatin pêşkêşkirin.

 

 ’26 salin herêma Kurdistan ji desthilatiya rejîma Baas’ê rizgar bûye’

 

Tevgera Azadiyê wiha dest bi daxuyaniyê dike: “Weke dizanin Herêma Kurdistanê ev 26 salin ji desthilatiya rejîma Baas’ê rizgar bûye. Bêgûman ev destkeftiye di encama ked û xwîna sed hezar şehîdî de hatiye bidestxistin. Lê, mixabin desthilatiya Başûrê Kurdistanê  nekarî van armancên şehîdan pêkbîne û nekariye ji wan derfetên ku di encama vê kedê de derketiye holê sûd werbigire. Berovajiyê vêya hemû derfetên heyî xistiye bin xizmeta xwe, malbat û hizbên xwede.”

 

‘Desthilatiya herêmê şikesteke mezin xwariye’

 

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha berdewam kir: “Xelkê Başûrê Kurdistanê rû be rûyê  şerê navxweyî, birçîbûn, nebûna xizmetgûzarî, ne dadî û zextê hatiye. Di encama vêya de di gel de bêhêvîtî pêşketiye û koçberiyên bi komî  pêk hatine û gelek metirsiyên din hatine jiyîn. Şikestin di desthilatiya hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ya di mijara siyasî, rêveberî, aborî, serbazî de pêkhatiye û di roja me ya îro de jî hatiye asteke aloz. Siyaseta tekperest, ne demokratîk û ne netewî ya desthilatdaran çi di asta navxweyî de dibe, çi jî di asta cîhana derve de dibe, bi giştî rû be rûyê şikestineke mezin hatiye.

 

‘PDK ji bo şikestinên xwe veşêre referandûmê dike rojev’

 

Niha jî desthilatdarên Başûrê Kurdistanê bi taybet jî Partiya Demokrata Kurdistana-Iraq (PDK), ji bo şikestin û têkçûnên xwe yên di rêveberiyê de û berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî veşêrin, rojeva referandûmê bi ser xelkê Başûrê Kurdistanê disepîne.”

 

Sedemên gotina ‘Na’ ji bo referandûmê jî wiha radigihîne;

 

Em weke Tevgera Azadî bi baweriya me referandum ne ku tenê nikare vê rewşê çareser bike, dibe ku metirsiyên ser Başûrê Kurdistanê mezintir dike. Em ji ber vê sedemê gunav nabînin ku ev prose pêk were.

 

 Ji bo vê jî,

 

-Mesûd Barzanî dixwaze bi rêya referandûmê dema desthilatiya xwe bi şêweyeke ne qanûnî dirêj bike.

 

-Ev biryareke hizbiye, ne qanûniye û her wiha li ser vê mijarê lihevkirineke siyasî pêk ne hatiye û binesaziya wê ya navxweyî û derve ji bo vê ne hatiye amadekirin.

 

-Ev prose, ne ku tenê pirsgirêkan çareser nake, dibe ku qeyran û metirsiyan zêdetir bike.

 

-Ji niha ve divê yekîtiya gelan û baweriyan were sazkirin. Lê, referandûm berovajiyê vêya dibe sedema nakokiyên nijadîı û mezhebî.

 

 Projeya çareseriyê jî wiha tê rêzkirin;

 

 Ya yekemîn: Qonaxa niha;

 

-Niha li Başûrê Kurdistanê desthilat (rêveberî) çareseriyê xetimandiye. Em ji parlementoyê bigirin heya serokatiya herêmê û di hemû komîsyon, tevahî dezgehên pêwendîdar de valatiyeke siyasî heye. Em daxwaza damezrandina meclîseke ji 150 kesî ku ji nûneran, gel, partiyên siyasî, rêxistin û akademisyan pêktê, dikin. Ev ji bo şopandina hevsengên prensîban, ji bo çavdêrîkirina rêxistinkirina sîstemê bikin û amadekarî ji bo destûr û hilbijartinên parlemento û hikûmetê bikeye. Em pêwîstî bi projeyeke ji bo pêkanîna vêya dibînin.

 

-Divê sîstema paşxistina mecbûrî ya mûçeyan were rakirin çareserî ji mûçeyên karmendan re were pêşxistin.

 

-Divê dahata neft û çavkaniyên xwezayî bi awayeke şefaf were eşkere kirin û bikeve xizmeta gel de.

 

Projeya duyemîn jî projeya çareseriyêye;

 

Sedema bingehîn ya emû pirsgirêkan û qeyranên li Kurdistan û cîhanê serdestiya zêhniyeta desthilatdar e. Ji bo guhertin di sîstema desthildarî de were çêkirin û eqliyeta teng û malbatî were bi dawî kirin,  cihêkarî nemîne, sîstemeke aboriya komînal û pêşxistina demokrasiyê pêşbikeve,  ji bo dawî li koçkirinê were anîn, ji bo pêşî li kuştina rojnamegeran, azadîxwazin, jinan bê, ji bo pêşxistina jiyaneke xwerêveberiyeke demeokratîk rêya yegane ya çareseriyê xwerêveberiya demokratîk e.  Ev jî bi rêya pêkanîna netewa demokratîk dikare pêk were.  Ev fikre jî ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin. Ev proje li Rojavayê Kurdistanê hatiye pratîze kirin û ji aliyê gel ve tê birêve birin. Ev jî bi rêbazê demokrasiya rasterast pêk tê ku sîstema herî baş û demokratîk e. Hemû pêkhateyên netewî, olî, bawerî, jin û beşên din yên civakê jî di navê de dikarin cih bigirin.”

 

-Divê gel ji bo xwerêbirinê di asta gund, bajar, navçe, bajarokan de li ser esasê konferalîzma demokratîk werin rêxistin kirin.

 

-Li beramber demokrasiya nûnerî, pêşxistina demokrasiya rasterast.

 

-Bi armanca parastina civakê ji êrîş û şîdetê pêşxistina hêza parastina rewa.

 

-Li dijî gendelî û rantxûrî û ne edaletî û aboriya cihêkar, aboriya komînal were pêşxistin.

 

-Li dijî cihêkariyên zayendî û desthilatdariya mêr, hevsengiya cinsî. ,

 

Bangawazî;

 

Em bangawazî li gelê xwe dikin ku li hember projeya referandûmê bê çare û bêhelwest nemînin û li ser bingeha çareseriyên bingehîn ku xwe li ser hîmê rêveberiyeke demokratîk damezrîne, têbikoşin.

 

Daxuyaniya çapemeniyê bi pirsên rojnamegeran ya ji berdevk û cîgira Tevgera Azadî Tara Hisên bi dawî bû.

 

(rn)