Koma Jen dengê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiriye yek

48

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Koma muzikê ya Jen Deng ji 16 endamên jin ên bajarên cûda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêktê. Ji sala 2011’an ve  dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye û navenda wan ya sereke jî li bajarê Tehranê ye.

 

Serpereştiyarê Koma Jen Dengê, Rehman Wişyar li ser kar û xebatên xwe wiha ji ajansa me re axivî: “Koma me ji bo xizmet kirina huner û zindî kirina huner folklorî, ev şeş sale ji 16 endamên jin ên  ji bajarên mîna Gîlan, Mazinderan, Sine, Esfehan, Loristan, Buşeher, Bender Ebasî, Bextyarî û gelek herêmên din ên Îranê pêkhatiye. Em bi hevre kar û çalakiyên xwe pêktînin.”

 

 

Rehman Wişyar balkişand ser navê Komê û got: “Navê rast yê koma me ‘Dengê Jine’. Lê wek pile û pêpilkên jinan, me navê Jin anî destpêkê   û me navê komê kir  ‘Jen Deng’.”

 

Yek jî endama komê ku ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tevlî komê bûye Jiyan Wehîd jî diyar kir ku armanca wê xizmet kirina hunera folkloriya Kurdî û nehiştina cûdahiya di navbera jin û zilaman de ye.

 

 

Jiyan Wehîd axaftina xwe wiha domand: “Ez wek stranbêjekê  bi gotina stranên Kurdî tevlî xebatên komê bûme. Endamên me ên din jî hinek wek Jin tevlî bûne. Hinek din jî weke stranbêjên herêma xwe yên weke Loristan, Mazinder û Esfehan tevlî bûne û stranên folkloriya herêmên xwe pêşkêş dikin.  Em hemû sud ji kêrhatinên hevdu digrin.”

 

Endamek din a komê ya bi navê Sanaz Buşehrî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez gelek keyfxweşim ku min karî tevlî vê koma hunerî û cêwaz bibim ku li gel jinên herêmên cûda yên Îranê karê hûnerê bikim. Lê ev hêsan nebû. Ji bo ez bigihijim vê komê, min gelek westan û hewldan da.”

 

 

 Di dewama axaftina xwe de Sanaz Buşehrî ev gotin kir: “Tevlîbûna jinan di qadên hunerî de ji aliyê desthilatê ve hatiye sînordar kirin  û jin nikarin bi azad tevlî qadên hunerî bibin.  Lê jinan ew sînor derbaz kirine û di komê de amêra saz jî tê bikaranîn.”

 

Danaz Buşehrî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hebûna komek bi vî awayî ku jinan ji herêmên cûda kom kiriye, gelek pêwîst û girînge ku di dema pêş de karên xwe berdewam bikin. Hêvdarîn ku hejmarek zêde ya jinan were nav koma me û berhem û kêrhatinên xwe berhev bike.”

 

 

 

 

 

(rn)