Pêşangeha birînên Şengalê li Silêmanî hat vekirin

39

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 10:00’an de wênegir Nasîh Elî Xeyat bi alîkariya Rêveberiya Rewşenbîriya  Silêmanî pêşengehek wêneyan li ber Baxçeyê Giştî yê Silêmanî vekir. Di pêşangehê de 30 wêneyên ku êş û azara karesata Êzidiyan nîşan dida hat pêşkêş kirin. Biryare ku pêşangeh du rojan dewam bike.

 

Têkildarî pêşangehê Nasih Elî wiha ji ajansa me re axivî: “Ev pêşangehe ji bo nîşandana karesat û komkujiya ser gelê Êzidî pêkhatî, hatiye vekirin. Ez wek wênegirek, bi erk û berpirsyartiya xwe rabûm û di 16’ê Tebaxa 2014’an de ez çûm çiyayê Şengalê. Îsal sê sal li ser çûyîna min ya Şengalê re derbas bû û min pêşangeh li Silêmanî vekir.”

 

Her wiha Nasih Elî got: “Min van wêneyan li ser çiyayê Şengal, xaka Sûriye û kampa Baced Kendel li ser sînorê Sûriye girtiye. Min karî bi rêya wêneyên xwe gelek çalakvan û rêxistinên navnetewî bînim Kurdistanê  û serdana Êzidiyan bike. Her wiha wêneyên min pêşkêşî parlamentoya Ewropa hat kirin ku karesata Êzidiyan weke jenosîd were nas kirin.”

 

 

Nasih Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste her kes di karê xwe de bi berpirsyartiya xwe rabe. ji bo belge li ser wê komkujiyê hebe, ez sê caran rastî mirinê hatime ku heya ez gihiştime çiyayê Şengalê.”

 

Roja 3’ê Tebaxa 2014’ê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengal û derdora wê kir. Di encamê de bi hezaran kes hatin qetil kirin û bi hezaran keç û jinên Êzidî hatin girtin û di bazaran de hatin firotin. Her wiha bi deh hezaran kes jî çiyayê Şengalê de asê man û gelek kes jî ji birça û bê aviyê mirin. Li rexmê ku bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê hebû jî, bê parastin hiştin û vekişiyan.

 

(rn)