600 koçber li ser deryayê ji xeniqînê hatin rizgarkirin

38

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hêzên Ewlekariya Deryayî ya Spanyayê diyar kir ku di 24  saetên dawî de nêzî 600 koçberên rêya Fas-Spanayê bi kar anîn li ser deryayê ji xeniqînê hatin rizgarkirin.

 

Di nava koçberên ku bi 15 bot û keştiyan ji Fasê bi rê ketîn û dixwestin di peravên Cebelîtarik de xwe bigehînin Ewropayê pitikek û 35 zarok hebûn.

 

Koçberên hatîn rizgarkirin piraniya wan ji Senegal, Gambiya, Gîneyê ne û di peravên wek Fildişire hatine rojavayê Afrîkayê.

 

Li gorî  bîlançoya rêxistina navnetewî ya penaberan di 8 mehên sala 2017'an de hejmara welatiyên ku xwe gihandine Spanyayê ji 10 hezarî zêdetire.

 

(rn)