Dê jinên 9 welatan di kampa Jineolojî de bigehin hev

40

 

ALMANYA / ROJNEWS

 

45 jinên endamên rêxistinan, kesayet û çalakvan ên li welatê Îtalya, Almanya,  Spanya, Belçîka, Frensa, Holenda, Swêdê, Îngilîstan, Portekîz û jinên Kurd dê ji 18'ê heta 23'ê Tebaxê di kampa Jineolojî ya navenda jinan Utamara ya li welatê Almanyayê kom bibin.

 

Ev pêşniyar pêkanîna kampa Jineolojî di  civîna sêyemîn konferansa li dijî moderniyeta kapîtalîst avakirina bingehê modernîteya demokratîk a di14-16'ê Nîsan 2017'an de li Zanîngeha Hamborgê pêk hat, hat nîqaşkirin û biryar li ser hate dayîn. Weke gavek din ya di kar û barên Jineolojî (Zanîsta Jinasî) de.

 

'Jineolojî û rêbarzên wê, dê were guftûgokirin'

 

komîteya Jineolojîyê der barê van xebatan de wiha got; “Dê di roja yekem de li ser Jineolojî û rêbarzên wê goftûgo werin kirin. Dê mijar werin pêşkêş kirin. Her wiha dê grubên xebatê di derbarê Jineolojî de axaftinan bikin. Dê di rojên din de jî li ser feminîzmê, teorîya koîr, xwezaya jin, etîk estedtîk bi awayek berfireh guftûgo li ser werin kirin. Jinên van welatan dê di derbarê  mijaran de ezmûnên wan heyîn babetên xwe pêşkêş bikin û  danûstandina nêrînan bikin.

 

Dê di roja dawî ya kampê de ji bo kar û xebatên jinan ên di dezgehên jinan de û peywendiyên bi civakê re bernameyak were çêkirin.”

 

Li gorî daxuyaniya berpirsên komîteya Jineolojîyê armanca wê kampê ewe ku li ser grubên xebatên Jineolojiyê guftûgoyek berfireh were kirin û di asta navnetewî de gav ji bo Jineolojiyê were avêtin û ji bo konferansa Jineolojî bingeh were avêtin, her wiha ji bo gihandina jêder û ezmûnên jinan di coxrafyayên cûda de modêla cihgir giringe.

 

'Xebatên kampê dê ne wek semîner û konferansên berê bin'

 

Komîteyê ragihad  ku kar û barên kampê dê ne wek semîner û konferansên cûda bin ku li Parîs û Kole û Swêdê pêk hatin û got; “Bi vê kombûnê , perwerde û guftûgoyên ku ev du salin dewam dikin ji bo kampê amûjgarî û xebat kiriye.”

 

(rn)