Li Zaxo jinek ciwan ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin

53

 

 

 

DIHOK / ROJNEWS

 

Li navçeya Zaxo ya Dihokê îro di saet  05:00'an de cenazeyê jinek ciwan ji aliyê tîmên melevanî ve di ava Xabûr hate dîtin.

 

Berdevkê Polîsê Dihokê Hêmin Silêman têkildarî mijarê ev agahî da ajansa me: "Ew jina ciwan ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Piştre cenzeyê wê avêtine ava Xabûr."

 

Hêmin Silêman anî ziman ku sedama bûyerê pirsgirekên civakiye û got ku tu agahiyên din li gel wan nîne û di derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpê kirin.

 

Li aliyê din li gor agahiyên gihiştîn ber destê ajansa me jina ciwan a hatî kuştin, di sala 2003'an de ji dayik bûye û kujerê wê jî piştî bûyerê teslîmî polîsan bûye û eşkere kiriye ku cenazeyê xwişka xwe avêtiye nav ava Xabûrê.

 

Li gorî bîlançoya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ji 2'ê Tîmehê heta 2'ê Tebaxê 36 bûyerê kuştin û xwekuştinê li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gorî vê bîlançoyê rêjaya xwekuştin û kuştina jinan li gorî mehên derbasbûyî li Herêma Kurdistanê zêde bûye.