Li Xanesorê dewreya perwerdeya mamosta bi dawî bû

40

 

 

ŞENGAL / MEHABAD SEID 

 

Her sal dema ku dibistan dibin betlane mamosta xwe perwerde dikin û dewreyên xwe destpê dikin. Piştî ku evqas ferman bi ser gelê Şengalê de hatin û zarokên Şengalê ji zimanê xwe hatin dûrxistin ji bo ku zimanê dayika xwe ji bîr nekin dibisten hatin vekirin û zimanê Kurdî hate dayîn. Niha jî mamoste xwe perwerde dikin ji bo hîn bêtir bikaribin nehêlin civak û zarokên vê civakê ji çanda xwe werin durxistin.

 

Li Xanesor a şengalê dewreya perwerdeyê ya mamosteyan a bi navê Şehîd Şêx Xêrî hatî vekirin îro bi dawî bû.

 

Di merasîma bi dawî hatina dewreyê de li ser navê mamosteyan endama Komîteya Mamosteyan Sebîha Sebrî axvî û got "Îro dewreya perwerdeya mamosteyan bi dawî dibê, ev mehek bû 27 mamosteyan perwedeya xwe li ser esasê xwe zanakirin û dayîna zanebûna xwe bo zarokên civaka Êzidî dîtin. Li vê dewrê de perwerde him fikrî û him biranş hatin dayîn. Perwerdê mehekê dewam kir. Armanca me ji vê perwerdê ew bû ku em hîn bitir li Şengalê de zimanê dayikê pêşbixin, niha li her derê Şengalê de dibistanên me hatine vekirin û bi Kurdî ders tên dayîn."

Sebrî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Ji bo em xizmeta civaka xwe bikin, divê di milê fikrî û zanistî de, em xwe pêş bixin li ser vî esasî jî perwerde hate dayîn û wê perwerdeyên me hîn dewam bikin."