Dayik û kurê xwe di hewzê de xeniqîn

43

 

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

Li navçeya Hacîava ya Raperîn îro zarokekî 5 salî kete hewza avê, dema ku dayika wî hewlda rizgar bike, herdu bi hev re di hewza avê de xeniqîn.

 

Berdevkê Polîsên Raperîn li ser mijarê ji ajansa me re wiha anî ziman; "Dayik û kurê xwe ji bo karkirinê çûbûn nava bexçeyê xwe. Dema ku kurê wê yê 5 salî dikeve hewza avê de, dayika wî jî, bi mebesta rizgarkirinê di çe nav hewzê û herdu bi hev re di hewzê de di xeniqin. Temenê dayikê 38 sale. Cenazeyên wan ji bo tiba edli ya Raperîn hate şandin. Li ser bûyerê lêkolînê destpê kiriye."

 

Li gorî daneyên heta niha hatine dayîn ji meha Hezîrana 2017'an ve li Başûrê Kurdistanê 43 kes di avan de xeniqîne û 2 kes jî di bîrekê de ji ber nemana oksîjenê fetisîne.