Jinên Germiyan: Zêdebûna kuştina jinan ji ber necezakirina sûcdara ne

43

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Yek ji jinên xelkê navçeya Kelar a girêdayî Germiyan, Esma Ezîz der barê kuştin û şideta ser jinan de wiha got; “Di civakê de ji ber nebûna rewşenbiriyê û nezabûna zilam, her wiha desthilatbûna hişmendiya mêrsalarî yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna şidetê ye. Her wiha dibin navê namûsê de zêdebûna kuştina jinan û necezakirina sûcdaran, bûye sedeme zêdebûna kuştina jinan.”

 

 

Jinek din a ji navçeya Kelara Germiyan, Xeyal Ehmed jî li ser heman mijarê wiha got; Di civaka me de li gel kuştina jinan, jin xwe weke sucdar dibine û destûra kuştina xwe dide. Bêdengiya rêxistinên jinan jî sedemek din ê zêdebûna kuştina jinan e.”

 

 

Jina ciwan a ji bajarokê Rizgarî yê girêdayî Germiyan, Jîno Elî wiha got; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bi dawîkirina van kiryaran kar bike. Ji bo herdû rêgezan seminer û panelan lidar bixwe. Ji bo herdû rêgez bi hevre mafê jinan têbigehin û bizanin.”

 

 

Li gorî bîlançoyekî Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov li Herêma Kurdistanê tenê di nava mehekê de, ji 2’ê Tîrmehê heya 2’ê Tebaxa îsal de li Herêma Kurdistanê 5 jin hatine kuştin. Her wiha cenazeyê jinekê hatiye dîtin, jinek hatiye birîndarkirin û jinekê jî xwe kuştiye. Her wiha di 2’ê Hezîranê heya 2’ê Tîrmeha îsal de 3 jin hatine kuştin û jinek jî xwe xeniqantiye. Ev jî diyar dike her meha diçe ev bilanço girantir dibe.

 

(rn)