Li Şeqlawa êrîşî parlamentera Tevgera Goran kirin

38

 

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li bajarokê Şeqlawa ya Hewlêrê vê êvarê piştî temambûna semînerekê hejmarek kes êrîşî parlamentera Tevgera Goran Behar Mihemed kirin û bi kolman lêdan.

 

Parlamentera Tevgera Goran ya Herêma Kurdistanê Behar Mihemed têkildarî êrîşê wiha ji ajansa me re got; "Vê êvarê di saet 17:30'an de ji aliyê Rêxistina Ciwanên Biwêr ve derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê semînerek hate saz kirin. Piştî temambûna semînerê li ber çavên hêzên polîs û asayîşê ji aliyê çend kesan êrîşî min kirin. Bi zela û kolman li min dan. Heya niha polîsên Şeqlawa nemadene gilîkirina min werbigirin."

 

Tê payîn ku di saetên pêş de Koma Tevgera Goran têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.

 

Hêjayî gotinê ev êrîşa li ser parlamentera Tevgera Goran di demî ku tê gotin ku wê sibe li Silêmaniyê şandeya PDK'ê bi Tevgera Goran re biciviye.

 

Herwiha îro li Silêmaniyê jî ji aliyê hin kesan ve parlamenter Ferhad Sengawî hatibû revandin û piştî çend saetan hatibû berdan.