Ji pisporan ji bo NY: Pêşxistin û bikaranîna robotên kujer qedexe bikin

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pisporên robot û pêşxistina zekayên çêkirî yên bi nav û deng yên cîhanê nameyeke hevpar a vekirî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin û di nameyê de ji NY xwestin ku pêşxistin û bikaranîna robotên qabiliyeta xwe ya kuştinê hene, qedexe bikin.

 

Ev name ji aliyê 116 pisporên ji 26 welatan ve hatiye wajo kirin û di nameya ku hatiye şandin de têgotin ku divê pêşxistina robotên bi zekayên çêkirî berbi hedefên taybet ve tên birêvebirin û qabiliyeta wan a kuştinê heye, werin astengkirin.

 

Di nameya pisporan de wiha têgotin:

 

“Eger ev çekên xweser werin pêşxistin (robot), wê şer ji her demê zêdetir û bi lezeke mezin pêşbikeve. Ev çek dikare ji aliyê terorîstan yanjî despotan ve werin bikaranîn û heta dikare werin hack kirin jî.

 

Ji bo ketina tevgerê zêde wextê me nemaye. Eger devê qutiya Pandora vebe, girtina wê dê pir zehmet be.”

 

Her wisa hindek pispor îda dikin ku , wê ev robot di şer de ewlekariya leşkeran bihêz bike lê, berovajiyê vêya gelek pispor jî dibêjin, wê ji ber derketina van robotan şer zûtir derbikevin û zêde bibin.

 

Ev çeka SGR-A1, bi şekleke otonom xwedî wê qabiliyetêye ku hedef tespît bike û lê bideye.

 

Li gorî nûçeya Guardinê ev çek dikare bişopîne, deng nas bike û taybetmendiya xwe ya firandina narîncoka dest jî heye.