Jinên Kurd û Rûs: Tecrîda li ser Ocalan şerê li dijî gelan e

47

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî (TJKN) ya Rûsyayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daxuyaniyekî çapemeniyê dan û ragihandin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

 

Daxuyaniya TJKN’ê wiha berdewam kir:Jixwe tecrîd sûcê mirovayetiyê ye û li gel ku li dijî hiqûqa Komara Tirkiyeyê jî, Tirkiye dîsa jî tecrîdê dike. Ocalan li vê derê ne bi tenê takekesek e. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya şerê li dijî gelan. Tecrîda li ser Rêber Apo polîtîkaya îşkenceyê ya sîstematîk e.”

 

‘Wê Kurd dîsa lîstokên qirêj xera bikin’

 

Aram wiha pêde çû; “Çawa ku Kurdan lîstokên qirêj ên dewleta Tirk xera kirin wê îro jî karibin van lîstokên wan pûç bikin. Giyanê berxwedanê yên jinên Kurd dikare vî tiştî bike. Divê her kes berxwedana jinên Kurd qebûl bike. Ji ber vê jî jinên Kurd bûne sembola berxwedanê ya vê serdemê. Ji ber vê jî em dibêjin, ‘Wê tecrîd têk biçe û wê azadî bi ser bikeve.”

 

‘Rabûna li dijî tecrîdê tê wateya rabûna li dijî şer’

 

Li ser navê jinên Rûs jî Natalya Paladîy jî axivî û got: “Tecrîda li ser Ocalan, ne bi tenê li ser Ocalan e, tê wateya tecrîda li ser hemû gelan û gelê Kurd. Rabûna li dijî tecrîda li ser Ocalan tê wateya rabûna li dijî şer jî. Em jinên Rûs qîmetê didin vê kampanyaya ‘Wê tecrîd têk biçe û wê azadî bi ser bikeve.’ Jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûne roniya hêviyê.”