Li Afganîstanê şer: 5 polîs hatin kuştin 6 jî birîndar

54

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hat ragihandin ku li bajarê Helmanda başûrê Afganistanê di şerê navbera Talîban û hêzên ewlehî de 5 polîs hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyên berpirsên Afgan parvekirine hêzên ewlekiyê li navçeya Navah a Helmandê li dijî çekdarên Talîbanê operasyonek dane destpêkirin. Di encama vê operasyonê de şer di navbera çekdaran û hêzên ewlekariya Afganîstanê de derket û di encamê de 5 polîs hatine kuştin 6 jî birîndar bûne.

 

Lê berovajiyê rayedarên Afganî rêxistina Talîban ragihand ku di şer de 17 polîsên Afgan hatine kuştin.