PDK rê digire, şaredariya Şengalê rêyên nû çêdike

48

 

 

 

TÎRÊJ ŞENGAL / XANESEROR

 

 

Xebatên Şaredariya Şengalê ya ji bo avadankirina Şengalê her roj bi xizmeteke nû berfirehtir dibe. Şaredariya Şengalê ya girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê xebatên xwe birêve dibe, tevî bê derfeftiyên mezin jî xebatên xwe birêve dibe. Vê carê jî ekîbên şaredariyê yên bajarokê Xanesorê ji bo amadekariya zivistanê dest bi çêkirina pireke nû kirin. Piştî komên çekdarên ser bi PDK’ê rêya navbera Xanesor û Sinînê de girtin, êdî gel rêya axî ya ji Xanesorê diçe çiyayê Şengalê bikartîne. Ji ber di zivistanê de di vê rêyê de lehî radibe û rê xirab dibin, şaredariyê hîn ji niha ve dest bi çêkirina pirekî dikin.

 

 

Berdevkê Şaredariya Şengalê beşa Xanesorê Şêx Cemal li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Ev demeke dirêje rêya navbera Xanesor û Sinûnê de ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Ew rêya niha ji Xanesorê diçe çiyayê Şengalê jî rêyeke axiye û zivistanê ji ber baranê xirab dibe û ji ber lehî û avê jî tê girtin. Me weke şaredarî pêwîst dît ku pirekî li vir çêbikin.”

 

 

Cemal diyar kir ku ev pir ji bo gel pêwîst û girînge û wiha pêde çû: “Ev pir pirekî girînge. Çêbûna vê pirê wê çûyîn û hatina welatiyan hêsan bike. Jixwe hefteyek maye ku dê ev temam bibe.

 

Cemal her wisa ragihand ku ewê weke şaredariya girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê xizmetên xwe berdewam bikin û li kuderê pêwîstbe cihên ku destê

wan digihijiyê wê xizmetên xwe texsîr nekin.