RJAK: Emê di  referandûmê de bêjin ‘Na’

74

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

Li Baxê Kelha Kerkûkê vê êvarê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) di civîna çapemeniyê de helwesta ya li ser referandûma Herêma Kurdistanê ku tê gotin ku wê 25'ê Îlonê pêk were ji raya giştî re eşkere kir.

 

Daxuyaniya RJAK'ê ji endama RJAK'ê Sema Mihemed ve hate xwendin û wiha tê gotin; "Weke Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) di referandûmê de, emê di referandûmê de dengê 'Na' bidin. Em dibêjin na ji bo referandûmê, na ji bo dewleta malbatî û na ji dewleta jinkuj re. Em daxwazê ji hemû rêxistinên jinan û rêxistinên civakî, kesayetî, rewşenbîr û kesên demokrat dikin ku dengê 'Na' bidin. Em dibêjin na ji dewletea malbatî û hişmendiya parçegerî re. Em dibêjin na ji paşguhxistina Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û Mûsilê re."

 

'Belê ji bo konfedaralîzma demokratîk re'

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê ragihandin; "Em dibêjin belê ji bo xwerêveberiya demokratîk û belê ji bo konfedaralîzma demokratîk re. Belê ji bo bi hev re jiyanbûna gelan û hemû baweriyan. Belê ji pêşengtiya jinan, belê ji bo yekîtiyan netewî re. Belê ji bo konfederalîzma jinên Kurd li hemû beşên Kurdistanê. Belê ji bo hêza parastina hevbeş a jinan. Weke Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê ku navenda me li Kerkûkê ye û li hemû Başûrê Kurdistanê û Iraqê kar dikin, herî zêde me ji bo pirsgirêkên jinan kar kiriye. Nêzî 3 salan û sê mehane, Ofîsa me ya li Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat girtin û dest danî li ser. Sedemê wê jî ewe ku em rêxistinekî radîkalin û mafê jinan di parêzin û rûyê reş yê desthilatdariyê eşkere dikin."

 

 

 

 

Di dawiya daxuyaniya Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) de wiha tê gotin; "Em li cihê dewlet-netewe, proje û sîstema xwerêveberiya demokratîk guncav dibînin. Ev proje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalene pêşkêşî hemû mirovahiyê kiriye. Sîstemekî demokratîk a gelane. Jin û ciwan jêre pêşengtiyê dike."