Tevgera Azadî: Astengî û zext nikarin dengê azad bêdeng bikin

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Piştî 26 sal desthilata li Başûrê Kurdistanê, 2 hizbên desthilat di kiryarên kuştin, terör, gefxwarin, revandin, zilm û bêdengkirina azadiyê de dewam dikin. Astengî û zext nikarin denge azadiyê bêdeng bikin. Tersê vê, wê qada azadîxwaziyê berfirehtir bike. Belê desthilat timî ji tirsa hejandina desthilata xwe, zextên li ser fikirên cûdahî û karê siyasî tengtir dike.”

 

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha dewam kir; “Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê em hemû êrîş, zext û bêrêziya li hemberî dengên azadîxwaz şermezar dikin. Bi taybetî jî binpêkirina herî dawî ya yasayî û bê exlaqî kul i dijî herdû parlamenter Ferhad Sengawî û Behar Mehmud hatî kirin, şermezar dikin.”

 

Di dawiyê de jî Tevgera Azadî wiha ragihand; “Divê êdî qadên Başûrê Kurdistanê nebine cihê binpêkirina maf, jiyana takekes û dengê azad. Her wiha azadîxwaz bi şêweyekî rêxistinkirî li hemberî zextên desthilatê rawestin û rol bilîzin.”

 

(rn)